محمد حمكوجرو جزاوير Mihemed Hemkoçero Cezawîr

Jînegerira torevan Mihemedê Cezawîr

الشاعر محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr

Navê wî yê resen Mihemed Hemkoçero Kurê Cezwîr e, tevî ku di gelek malperên Êliktironî de bi navê Mihemedê Cezawîr, Mihemed Koçer, Mihemed Hemkoçero û Hemkoçerê Cezwîr hin helbest û nivîsînên xwe weşandine.
Di roja 6 ê adara sala 1971 ê, li gundê Şiyê, devera Efrînê ji dayik bûye, xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe bi dawî dike, pişt re diçe bajarê Helebê û berî lîseyê ji sedemên aborî  xwendinê berdide û di Hotêlê de karê berpirsyariyê dike û rêgerên Ewrupî  li şênwarên Kevin li tevayî Sûriyê digerandin ta ku ger û geştî jî bi wî bû karekî fêrmî, piştî xwe fêrî zimanê Îngilîzî dike, ta sala 1989 an pişt re diçe serbaziya leşkeriya Sûriyê heta sala 1993 an, ew piştî wê diçe welatê Lubnanê, li wir jî wek dibêje sê salan di radiyoya (Joy) de kar dikir, her wisa karê girtina xaniyan û boyaqê jî dikir , piştî wê dîse vedigere Helebê û karê berpirsiyariya hotêleke din  dike.
Ew î di sala 1988 an de dest bi nivîsînê kiribû, lê ji ber ku xwendina bilind nekiriye tim ji hêla zimên ve ji xwe bi gûman bû ku qelsiyên xwe hebin.
Di sala 1995 an de rênivîsa xwe ya Kurdî xort dibe û ji ber ku zimanê xwe yê Îngilîzî baş bûye ew zû bi pêş ket û ji nû dest bi fêrmî bi nivîsînê kir.
Li pir war û welatan geriyaye û di sala 2003 an de vegeriye Sûriyê û li Gundê xwe Şiyê bi dê û bavê xwe re dem û jiyana xwe didomîne û parve dike.
Berhemên xwe yên çapkirî du berhem in
1 – Yek dîwanek ji helbesta kevneşop e (kilasîk) -çarîn- ji sed rûpelî ye, bi navê Hêvan di sala 2010 an de li Helebê derket.
2 – Du pirtûkek ji 315 eh rûpelan, bi navê Bêrîvana Cindî (Hin dastan û serhatiyên devera Efrînê ROJAVAYÊ KURDISTANÊ) li Sulêmaniyê, li Enstituya kelpûra Kurdî sala 2013 ehan derket.
Brhemên xwe yên ku li hêviya capê jî ev in:
1- Derd û Derman helbest (kilasîk).
2- Dem û Xem helbesta azad (nûjen).
3- Çêrokên gelêrî.
4- Ferhengek Kurdî Kurdî, taybet bi gotinên herêma Efrînê ku nayên bikarhanîn ji folklor û devê gundiyan, hêj bênav e.
5- Ferhengokek bi navê Ferhengoka Melayê  Cizîrî, ew jî hemû gotinên Kurdî yên ku Mela Ehmemdê Cizîrî di dîwana xwe de bikar anîne.
6- Dastana Xezala Menda (Teyar Axa) danhev ji hunermend Elî kapê û Adîkê.

7- Dastana Ûs û Ezîz, danhev ji Reşîdê Mam Çûçanê.

محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr

Adar

Adar
Avê li daran digerîne
giya vedijîne
jiyanê vedipengizîne
siruştê dixemlîne..

Adar
Kurdan ji xew radike
netewperestiyê liba dike
Partiyan hişyar dike dike
cil in pakij li dizan dike..

Adar
Heyvek awarteye
becawîş û bi wateye
bixêr hatî navgoşta min.

BILIBIL Û GULÊ
Bilbilo bes xwe dîn neke
Vê gula zer tu bîn neke
Tu bi evînê sersemî
Lê evîna wê henek e

Her sibê bû wê dixwîne
Hawar û zar û qêrîne
Tu dildarekî dilxemî
Ew jî bes xwe dixemlîne

Ew xwe dişo bi xunavê
Tîran bi awiran davê
Tu jî rebenekî tamî
Xwe şil dike li ber tavê .

XALEPIRS
Danasîna xwe bi xwe da
Li hember min gulî bada
Min dest avêt keziyên zer
Ne berxez bû ne rû bada

Badana wan biskên zirav
Wan nirînên dizî bi çav
Gava ku tên ber Hemkoçer
Wek du dox tên cerg û hinav

Hinav bi xwe warê dil e
Dil jî liyan wek kakil e
Li hembera wê sîngê ter
Xar û jar û hem jî kul e .

ÇARE NÎN E
Ez dizanim wê çi kirî
Lê carda dil jê hez kirî
Canê min bi ser de mirî
Çawa dikim dil tê nare

Carekê min gotî xanim
Li wê gula geş dibanim
Li vê bîrdozê xudanim
Ji min re nîne ti çare

Dixwazim wê razî bikim
Bandora zîzî lê bikim
Ji dil ve wê nêzî bikim
Da dere ji riya xar e .

EVÎNA AWARTE
Evînek min rastî heye
Pir yekta û awarteye
Di dilê min de dimeye
Ger dinirim ew tuneye .

ÇEMBERA SERÊ MIN
Rowê da pozê Mixirê
Hişê min jî dizêvirê
Çembera serêm filtiya
Wek çawa ku caw didirê .

MAÇÊN GERM
Rûçikên te ter û nerm in
Ramûsan jê xweş û germ in
Wek varikan bimelise
Maçên sîng û rû ne şerm in .

SAZÊ JINAN
Zîziya dengê Zozanê
Dil derman kir ji her janê
Di ber re dengê Felekê
Semandin ez û perwanê

Li şevek havîna tîn
Ez kirim sewda û dîn
Naza Xelê li kêlekê
Naza min jî em ne dîn .

MÊJIYÊ FIÇ
Dixwazim wê razî bikim
Ew jî tim razik min diçe
Ka bibêjin ez çi bikim
Li hember mêjiyê fiç e .
LIBERKETIN
Ji gulistana welatê min
Bihna gulek zer da min
Fersenda xwe dida min
Lê ez qêmîş wê nebûm .

DEM Û XEM
Deman xwe avêt ser deman
Wek pêl û leyhiyên çeman
Hestên min hildipiçiqin
Dil vedihejîne xeman .

SIWARÊ SEWDÊ
Xwe avêt ser pişta Qirê
Siwar bû û rê dibirê
Dev da ber warê dîlberê
Dîsa sewdê gêrkir ji rê .
DAWIYA EŞQÊ
Min evîna te di xa da
Bîna sewdê ji min dihat
Bi salan min li ber xa da
Dawiya eşqa te nehat .

RENGÊ GULA ZER
Îro rengê gula zer
Sermest dikir Hemkoçer

Bi bejn û bala yekta
Kir hinav û dilêm ta .

BISKÊN ZERÎ
Biskên zerî ji por berdan
Rû kir paş koz û paş perdan
Rewşen li pîşa min reş kir
Ez hêştim mat û sergerdan .

SÎTAV
Sîtava bejna wê yarê
Xewa min birî ser darê
Ketim bextê wê kîbarê
Melûl im ez vê êvarê

Êvarek reş û tariye
Bêheyv û bêronahiye
Tenê dîmenê bin şarê
Çavê min tijî kiriye .

REWŞA DILAN
Werin sêra rewşa dilan
Binoşin vê eşqa giyan
Ji ber tîna van hêviyan
Xwe bi yandin herin siyan .

WATEYA XALAN
Ka bihêle ez bixwînim
Wateya wan xalên reş
Yek bi yek ez ramûsînim
Li ser dîmê sîs û geş .

TE NEBIHÎST
Evîna te di dil wer bû
Tu ji sewda min sêser bû
Min çiqas bangkir te nebîst
Nizam tu mir lê tu ker bû .

BÊHNA GULA ZER
Dîse bêhna gula zer
Ket mêjiyê hemkoçer
Li hember canê dilter
Keser ji dil hatin der .

NAME Û BERSIV
Name
Wer biqetîn perda feyê
Nebêje sewda te şerm e
Bide min ji lêvan meyê
Ji sîneyê ter û nerm e

Hûn kengî sozan diçînin
Yan jî xeman direvînin
Ka bersivekê bişînin
Ber dilê me avreşînin

Bersiv…
Roj heft in giş bi evîn in
Şerm û fey jî tê de nîn in
Yekşemên wan xemrevînin
Em tê de sozan diçînin

Meya xwedê çêrê kirî
Ew sift ji bo me çêkirî
Ger me hîn firê nekirî
Nebêje me ji bîr kirî
Name
Belê zanim dem heft roj in
Hin tirî ne hin jî mûj in
Hin tal in û hin jî tûj in
Hin wek te jî me disojin

Sozên te tê de bive ne
Hin şemiyan ew ive ne
Eger evîn lê dijene
Evîna te fen û ken e

Meger ku xwedê em da ne
Em herdû jî ji hev za ne
Ger jin li jînê yekta ne
Ew xêra mêrê bilyan e

Te xwedê kir orta me
Te got: ez jîrek dame
Tu bû ji parsiya me
Te rokê rû neda me .

PELANDINA SÎNG
Ez li sîngê te dixwînim
Zîziya giş ferîşteyan
Di cavêd te de dibînim
Wateya sewda ji viyan

Bi helbestan dipelînim
Her tiştê ku nayê xuyan
Dixwazim te darivînim
Wek bêrî didoşe miyan .

EM ZANIN
We hiş û dilê me birî
Canê me bîra we kirî
Hûn nizanin we çi kirî
Lê em zanin çi dibînin .

QEXER
Ez ne ji te digerim
Ne jî kanim biqerim
Tu guleka bînxwaşî
Wek bilbilan li ser im

Dema ku min sîngê te dî
Dil pê edaniya xwe dî
Bi maçan min tu kir kedî
Bes e ji min neke fedî .

YARA MIN
Yara min keçek lihev e
Şêrîn ken e hungiv dev e
Gava ku çavan dike min
Jiyana min tê serhev e .

RIK
Bi van tiştên ku tu dikî
Teska evîna min şikî
Tu çima ewqas bi rikî
Nabihîse ti şîretan .

ÇIMA
Meger tu parsiya minî
Dîlbera ber dilê minî
Hemû hestên min diçinî
Çima min li xwe najene .

FEDÎKIRIN
Min pir bi ser wê de dikir
Li canê wê min gilî kir
Ta ku min ew razî dikir
Min bi xwe ji xwe fedî kir .
ÊXRÎN
Dilê min ji te êxrîn e
Omidiyan rêdixîne
Tim keseran derdixîne
Gotin û hestên kelî ne

Kela dilê min helbest e
Hiş pê serxoş û sermest e
Ka bêje ev çi helwest e
Bi te dil evînperest e

Perestgeha min tu yî
Ew mebesta min tu yî
Wateya helbestan tu yî
Mey û sermesta min tu yî .

HEVALTIYA GERM
Em wek xak û bira bûn
Herdû bi hev re şa bûn
Heval in pir yekta bûn
Perde ji nav me rabûn .

SOZA LI ZANÎNGEHÊ
Soz da min li zanîngehê
Nazenîn û şêrînşehê
Li henteşa wê bedewê
Min bîr kirin rojên berê .

MELHEM
Dil sergerdan û sersem e
Di vê jiyanê hilnetê
Gula zer jê re melhem e
Çiqas digaze ew netê .
XWARINGEHA MEDÎNÊ
Me soz çandin li Efrînê
Li xwaringeha Medînê
Li Basûtê li ber avê
Me çinî berê evînê .

PESNA TE
Ez çiqas pesna te didim
Bêhna te jî di xwe didim
Ji evîna te ber didim
Tu jî ewqas ji min sarî .

HÊVA EYÊ
Soza te bû hêva eyê
Mam li bendê xuya nekir
Çawa bibînim şahiyê
Meger me cejna xwe nekir .
REWŞEN Û REŞÎ
Dilê min li ser rêça te meşî
Eşq û evîn ji te de diweşî
Çiqas westiyam tu ewqas meşî
Rewşen tu yî em jî man li reşî .

TU RINDÎ
Navê te yekta û rind e
Dîmê te wek mûm û find e
Porê te hevrişmê Hind e
Çavên te şewqa elind e .

TA KENGÎ
Ta kengî ez ê dîlê evîna te bim
Ta kengî ez ê berderê dilê te bim
Ta kengî ez ê hesretê canê te bim
Ta kengî ez ê tuneyî û tune bim .
FORS
Çîlkeziyê biskdeziyê neraziyê bi min mêrî
Min disoje mi dikoje dihevoje min camêrî

Ez didotim dihevotim difirotim erzan didam
Bi dilê sar bêxem û bar kirim neyar ez berdidam

Ev pênc sal in em heval in xwe dimalin ji çewtiyan
Bi dilê pak birak û xak em herdû mak wek sêwiyan

Min ne hajê min ne bajê bi vê pajê min nimêj kir
Sewdê dida dilê geda ber xwe dida dema çêj kir

Çêja dilan wek bilbilan çû ser gulan û digazî
Bo evînê dilezînê da bibînê wî merazî

Miraz dîn e dil bêvîn e nameyîne van daxwazan
Bi vî rengî dilê bengî heya kengî bide sazan

Saz û newa mîna kewa bo bedewa xeman dibin
Xema dilan û van kulan wek bilbilan xirman dibin

Bi bergera bi behrbera bi kesera xwe dikoje
Vê dawera tîne şera ser koçera dihevoje .
LOMA NEKIN
Ey keç û xort û zaneyan
Bixwînin van hastên giyan
Paşê bidin min pendiyan
Da bibim rêkek ji rêyan

Rê li pîşa min winda ne
Mîna rîçalên daran e
Wek bêhriyên di dil da ne
Xema dil jî pir giran e

Giran e evîn a rastî
Ketî can û cerg û hestî
Min jerkî ew soza xwastî
Evîn jî wek min dawestî

Westiyam ez mîna rojê
Çendî xwe bi xwe disojê
Jiyana xwe dike dojê
Kî dikare xwe bikojê

Kuştana canan guneye
Hêştina wan êşkinceye
Ger we dî çare tuneye
Vêga lome ne hewceye .

DERDÊ DÎLBERAN
Keser wek derba kêseran
Dil dikolin wek neşteran
Rû av didin bi hêsiran
Hildikin hestên camêran .

KETIN
Roja ez bi vê jiyanê ketim
Li welatekî rengîn daketim
Bi nav bax û gulistanan ketim
Bi bêhna gulek bejî ez ketim

Ketim warê eşqê û pê ketim
Bi evîna wê nazenînê ketim
Li ser sîngê penêrî ez ketim
Ketim xewa şêrîn û raketim .

TE BERNADIM
Feqê li ber te venadim
Bêhna nexwaş di te nadim
Tevî ku rû ji te badim
Bawer bike te bernadim

Rast e geda û hejar im
Hem rûmelûl û xemxwar im
Pergende û hem bêwar im
Lê bi te jîr û ristar im

Ger hezar sal di te here
Dawer li zitî min here
Dil bi şûnde venagere
Ta rojekê tu tê werbî .

HELWESTA TE
Sipas ji helwesta te re
Ji hiş û ramana te re
Te îro ez pir şa kirim
Yazdan jî meşî bi me re

Bawer bike tu buhayî
Hevalek rastî yektayî
Qehra te ez dîn dikirim
Mehra te ezmanê sayî .

HÊDÎKIRIN
Keser û aha evînê
Canê min digizgizînê
Çiqas tu min hêdî dikî
Ewqas giriyê min tînê .

CEJN Û KÊF
Cejn û kêfê bête jan e
Bête jiyan pir erzan e
Dilê te bo min hêvan e
Çavêd min li rê dimane

Doza evînê belaye
Evîn derd û êş û taye
Dil û hiş pê sergerdan in
Dîl û hejar û xizan in .

DINÊ
Ji gulistana welatê min
Bêhna gulek zer da min
Bêhiş û sersem dikirim
Dest ji dinê berda min .

AWAZ
Mîna tembûra Adîkê
An Bavê Seleh qêrîkê
Yan jî Nasir bide pîkê
Tiştek nîn e min hêdîkê

Hêdî dibim bi awazan
Bi hingav û aw û sazan
Li dengê quling û qazan
Li sirt û zozan û gazan

Gazina min bi wêje ye
Dahîn tê de bi çêj heye
Li cem hinan bes bêje ye
Bi hinan jî ew paje ye

Bi dastan û bi çêrokan
Bi helbest û metelokan
Mijûl dikim pir zarokan
Bi van gotin û hevokan .
ÇERX Û FELEK
Bejna dîlbera min melek
Zulf û keziyên wê xelek
Dîm ji sîm e, sîne belek
Memik wek qawîn û kelek

Pir xinan e çerx û felek
Dûr xistim ji yarê gelek
Hilda ser min bar û şelek
Da serê min quf û selek .

FELEK
Felek bi min re bêsinc e
Hewkeyek bêcil û kinc e
Ji çalim û porê hinc e
Dilê min jê digazince .
SALA NU
Xwedê hêviyan pêk bîne
Sala nu bo me vejîne
Kêf û şahiyê biçîne
Ser hemo war û miletan .

CEJIN
Silav li serê cejnê
Li wê balav û bejnê
Li çavan û keziyan
Li gul û pilpiziyan .

DÎTINA YARÊ
Ji bêhriyan gêj û dîn im
Tim bi hêviyan dijînim
Dema ku yarê dibînim
Rengê hespekî gergîn im .

KERISANDIN
Hestên min verisîne
Li ser te kerisî ne
Hin jê te dipelînin
Hin tê de çelmisî ne .

HEZKIRINA QÎZEKÊ
Bûm gunehkarê evînê
Bi hezkirina wê qîzê
Dil wek wê min dixopînê
Hertim destpêka payîzê .

DESTAR
Dilê te ji evîna min re destar e
Nirîna te li min wek çekek li bar e
Min dike nîşana xwe bi dilê sar e
Bawer bike qet dilê min di te nare .

DIBISTANA MIN
Ez ji hêviyan teqî me
Bi evînê wek Feqî me

Bi germa dil Cizîrî me
Bi keseran Herîrî me

Ji sewedê de Siyapoş im
Bi sersemî mey dinoş im

Bi eşqa dildan Batî me
Bi ristan wek Extepî me

Li ser bîrdoza Xanî me
Ji hestan Bedirxanî me

Pertew û Birîfkanî me
Bi êşa dil Findikî me

Bi xeman wek Tebrîzî me
Ji ramanan Şîrazî me

Ji nalînan Gerkaşî me
Sûsanê ber wî aşî me

Gergîn im wek Cîgerxwînim
Kurmanc û kurê Efrîn im

Gazina canê Hejar im
Dil bi axîn û hewar im

Kela Seydayê Tîrêj im
Ji dil de hestan dirêjim

Oldarê axa welêt im
Dengê xumxuma ferêt im

Pesindarê Ararat im
Hêrsê Sîpan û xelat im

Bayê sirta Bêlanko me
Şagirt û şîna Palo me

Ji dibistana Apo me
Ji abeya wî fêr bûme

Bûm şagirtê van mezinan
Tor û wêje tînim ziman

Zimanê Kurdî zengîn e
Mîna gulşenek bi bîn e

Av didim ez bi gotinan
Dilê xort û keç û jinan

Da li dîrokê bimîne
Meraq û eşq û evîn e

Evîn wek ava Miksêye
Her tim bi lez “tê û têye”

Wek Baba Tahêr dibêye
“Ez çi biprsim ji wê ye .”

ÇOLBIR
Helbesta min hîn pir e
Min jê gotî yek bir e
Hinek ji wan li rê ne
Ev jî hatî çolbir e

Çol bi dar û bi ber e
Ez gerîm der bi der e
Hin genim û zêtûn e
Hin giya û xuber e

Li hin deran bêder e
Gam û cercer digere
Derin gol û kanî ne
Fêza pezê Koçer e .

محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr
محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr

محمد جزاوير Mihemedê Cezawîr

أضف تعليق

هذا الموقع يستخدم Akismet للحدّ من التعليقات المزعجة والغير مرغوبة. تعرّف على كيفية معالجة بيانات تعليقك.