Heyder Omer حيدر عمر
Lêkolîner û rexnegir
باحث و ناقد أدبي.
Heyder Omer, sala 1952ê li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc ji dayikê bûye.
Li gundê Kotana xwendina seretayî, û ya navîn li Bajarê Efrîn, navenda hêrêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, û sala 1970î lîsê werdigire.
Sala 1974ê Lîsansa wêje û zimanê erebî ji zangowa Helebê werdigire, û sala 1978 dîploma zanista perwedeyê ji zangowa Şamê werdigire, û di pergala perwerdeyê de wek Mamosteyê wêje û zimanê erebî li dibistanên parezgeha Heleb kar dike.
Sala 1999ê neçareyî koçberiyê dibe, û li welatê Elmanya bi cih dibe, û karê xwe yê perwerdeyê li dibistanên Elmanî didomîne.
Di ber karê xwe re di meydana wêjeya kurdî de dixebite, dibe endamaê desteya kovara PIRS, ya ku li Sûriyê derdikeve, û ya kovara PÊNÛS,ya ku li Elmanya derdiket. Her weha dibe serokê desteya kovara PÊL ya ku li Elmaya derdiҫû. Gelek gotar û lêkolînên rexneya wêje di her sê kovaran, û di hin rojname û kovarên din de û di malperên kurdî de diweşîne.
Heyder Omer ji dema xortaniya xwe de dikeve nav qada xebata siyasî û civakî, sala (1969) li gel hin xortên herêma Ҫiyayê Kurmênc, kulûpa (Efrîn) dadimezirîne. Ev kulûp çar salan li Efrînê gelek karên civakî û hunerî dike, lê sala (1974) bi fermana şaliyariya dewleta Sûriyê tê girtin.
Heyder Omer ji sala (1974) de li gel wêjeya kurdî mujûl dibe, ji wê salê de lawaziya tevgera rexne ya wêjeyî kurdî bala wî dikşîne, vê lomê jî, di xebata xwe ya wêjeyî de giraniyê dide rexneya wêjeyî, vê lomê jî piraniya berhemên wî rexneyî ne.
Heyder Omer sala 1993ê li gel hinek wêjevan û helbestvanan vestîvala helbesta kurdî dadimezirîne. Ev vestîval hîn jî sal bi sal tê lidarxistin. Her heha sala (1998) li gel hin nivîsevanên rojavayê Kurdistanê, Xelata Osman Sebrî dadimezirîne, ev xelat ji bo dostên gelê Kurd, yên ji ber Kurdan de xebatên payebilind kirine, tê pêşkêşkirin, heya nûka her sê dostên Kurdan Ismaîl Bêşikcî, û Danyal Mêtîran û Dr. Munzir El-Fedil ev xelat wergirtine.
Heyder Omer endamê komela mamostên Kurdistan li Niedersachsen / Elmanya, û endamê komela perwede û zanistan li Elmanya ye.
Pirtûkên wî yên hatine çapkirin:
1.Ehmedê Xanî di dastana helbestî Mem û Zîn de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1991ê.
2.Feqî yê Tîran, jiyan, helbest û helbestvanî. Rexne, bi zimanê erebê, sala 1993.
3.Di tirzûwê de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1998.
4.Piçek ronahî, ji bîranên Edilrezzaq Bedirxan, werger ji kurdî bo erebî, sala 2000î
5.Cegerxwînê çîroknivîs. Rexne, bi zimanê kurdî, sala 2003.
6.Osman Sebrî, helbestvan û nivîsevan. Rexne, bi zimanê kurdî, çapa yekem, li Berlînê sala 2004, çapa duwem li Silêmaniyê / Kurdistanê sala 2006.
7.Ehmedê Xanî, raman û huner. Rexne, sala 2007.
-
Vedenga hestan (hunera helbesdtê) sala 2014.
Pirtûkên bi zimanê Kurdî, û ji bo çapê amade ne:
-
Dozine mezin, hewildanine biçûk. Gotar û gengeşeyên wêjeyî.
-
Dozine mezin, hewildanine biçûk. Lêkolînên wêjeyî. Rexne.
-
Kesayetiya Kurdî, lêkolînên civaknasîn. Werger ji erebî bo kurdî.
-
Kurdistan berî her tiştî. Werger ji erebî bo kurdî.