LANDIKA MIN
Bavê Selah
Navnîşana pirtûkê: Landika Min Helbestvan: Ebdilrihman Umer (Bavê Selah)
Wêneyê berge: Şêrzad Efrînî
Dûzan û amedekirina qabê: Selah Hemîd Çapa yekem: 2016
Hemî mafên çapkirinê paristî ne
Ev pirtûk bi alîkariya Komela Buhar hatiye çapkirin
LANDIKA MIN
Bavê Selah
NAVEROK
Şebnem 7
Meyperest 9
Hilma xweda 11
Hilma gulê 13
Homa 18
Vostam im 20
Qutab im 22
Sînga te 24
Hîn dike 26
Kaj 27
kes li hawara me nayê 29
badeya cemsê 31
Meydana 33
Gula Îbrêm 35
Dîlana gorda 37
Hîd 38
Baz 39
ferato 40
Çinar 42
Îsa 43
Tiris 45
Hewiran 46
kewîn 47
Bazdenok 49
Tewra sewdê 51
Perwane 52
Xatir 53
Mitran 54
Gul 55
Qutabim 57
Çerxa Helbestê 59
Memê Şivan 65
Tenbûr 67
Barzanî 70
Exter û heban 72
Gênês 73
Cîhan 74
Kobanî 76
Werin 78
Gazin 80
Gîzan 81
pêlancî 83
Bejîk 84
pênc qerata 86
ŞEBNEM
Her nêzîk dibim ji gulê xweş e êşkenceya xara xarên te dil birîn kirin qêrîna min giha gara
li ber min nede perwaza li aşewa bin çinara awazên wa zilifê te
dilê min bire ji xwe ra
li ber şorîna solavê dadigerê wek cobara solav şebnemê dinoşê li rex govenda dildara
bi kovanêTehsîn Taha dijenin xemlên nîgara tometa bes li min bike bi wa awazên guhara
– 7 –
wek Bekirê Alerezî dikene’l nav spîndara li ber çerxa guliyên te bûm sermiyanê dildara
çira wêneya dêmên te nayê ristêd şêwekara li ber pêyê te nazikê ketim bezma evîndara
– 8 –
MEYPEREST
Hestînê min tên ji hesta dikim hêvanê helbesta datînim ez li rêzekê dinoşim wek meyperesta
Helbestê xwe ez dinoş im wek laxir û siyapoş im qateme li ber Cizîrî
ji coşa xwe ez bê hoş im
Dijenim ristê şebnemê kes nizane telasimê ristê min pir nazik dibin zilfê Zînê li ber Memê
Bi jalê tîpên min zîz in weke cergê mildomîz in li domîz dostên min hene pendê rûya pelarîz in
– 9 –
Di xewnan de perperîk im ji hemî kampa nêzîk im rûreşim li ber mişxta
çi ji were diyarî kim.
– 10 –
HILIMA XWEDA
Hejar li ber bala gulê digazê zane gul çêbûye bi çi endazê tapa gulê çêbû ji hilma xweda mest dibe li benda gulê ranazê
Dibe dilê nazedarê bi davê dadigere li ber bejnê û balê oz û îlê gulê Bilbil dinoş e werdigire kefnivişkê xunavê
Li derdora wê kefê pir diger e berî hilbûna tîrêja hetavê
Li wê têkrê dinoşe lêvê gulê Çeng dihejin bi noşîna xuşavê
Tîşina gulê ji tîşna Bilbil e
Di vîkrê de werdigerin weravê radimûse pelê gulê tek bi tek gul mest dibe Bilbil dere wê gavê
– 11 –
Wê hilgerê bi çi raz û gerwedê Cuda nabe ji avîsta guncavê Dilê gulê û Bilbil dibine yek
Dil dibin yek bi şîtaba hingavê
Li ziyora cihanê jiyan vîn e Mîda du dilan têkevin yek rave Giyanê bilbil û gulê dibin yek Gul bi çeke dûzaneke zêrbavê.
– 12 –
HILMA GULÊ
Hilma gula ristên mela xistim bela
ji xwe çûm ez
Vê dilgirê li xwe werê xistim ji rê birim bi lez
Dil ragerî min dî perî ez çûm derî xeftan gevez
Bi badayê
Xwe di keyê
Li ber neyê
Kirim çerez
– 13 –
Gulyê dirêj
Bûne tîrêj
Ez kirim gêj
Bi hejîna
Ketî refê
Li ber defê
Bi gergefê
Wek şahîna
Çavên bi kil Bejna fodil
Eşqa ji dil
Ji ku hûna
Zilfên çidar
Dêmê hinar
Dadan hawar
Bi birîna
Bi van hesta
Ji nav mesta
Ez çûm desta
Di xelwê de
– 14 –
Bergê li qor
Morikê sor
Bûne sînor
Di lerzê de
Kirim reben
Dêmê bi ken
Lêvên bi xen
Di meykê de
Ez bi dorê
Xizêm şorê
Bi wê zorê
Nabe cuda
Min dî dihat
Agir şewat
Nema tebat
Tim serxweşim
Tayê birim
Wenda kirim
Ez ragirim
Dibe xişim
– 15 –
Ez çûm bendê
Ber derbendê
Li elendê
Sewdê birim
Lêv hingivê
Bi wê çivê
Didarivê
Ez pê xweşim
Çav mokarin Tim peydarin Pir nîgarin Dame çorê
Jîn giranê Çav fezenê Ser gerdenê Ketim torê
Dêm fenerê
Min dî derê
Rih gezerê
Ez bi dorê
– 16 –
Bi gerdeşê
Sîng dibeşê
Bêhin xweşê
Gula sorê
Vê bedewê
Kirim xewê
Li ber çewê
Dîmê lîlav
Ez çûm heda
Min berxwe de
Kirim geda
Dîmê gulav
Bi balavê
Bi xunavê
Xistim davê
Bala zirav.
– 17 –
HOMA
Pêlên jalê li biskên te dilîzin bi melevanî ketine çerxa semayê li ber birihêd kevanî
her dilivin li min diçivin dibin xişitêd dabanî wek çatmeya tên û derin bi çerxeke ser giranî
bi hejîna wan guliya digire sed qehremanî hildiweşîne keşweran sed mîrî û sed sultanî
birîn li min zengirandin nade min tu derimanî hestînê min li doşê min şor dibin bi evşanî
– 18 –
min hildavên nav dîcorê li vîk vînêd volikanî
hîn bi xeram û ferxend e wê rincîda min nizanî
wa dîsa ji rincîda te Min ronahî jê hilhanî ez têm tewafa pêyên te li min bike dilovanî
mehdera xwe hînarîke tu fodil û pir ciwanî ken û geftê diyarî ke binoşim li dîrewanî
di eyneya dêmê te re min Homa dîte li banî.
– 19 –
VOSTAM IM
Bese bike kêş û keşa min mavê ji nav gerdeşa sîngê te xemla menteşa hawar ji wan xêz û teşa li deriyê te vostam im
Ji bala te perwer dibim ez di hêviyan werdibim ji xwe derim sêser dibim li deriyê te vostam im
Ji xemlên te ez hîn dibim dibim bahoz gergîn dibim dildar dibim bi vîn dibim ji kêşa te xemgîn dibim
li deriyê te vostam im Tu zanê ez xwedî raz im li terazîna ez bazim
ji gazîna ez digazim li deriyê te vostam im
– 20 –
Zilfek te tixê xem xem e biskek te gurzê Rustem e ev çi cor û çi sîstem e? Li deriyê te vostam im
Xudiyê rêz û rista me ez şagirtê mamosta me di evînê de westa me
ez meyxwerê helbesta me li deriyê te vostam im.
– 21 –
QUTABIM
Ne helbestvan im ez ne şa’hir im ne Cizîrî me sewdê ez birim ne Eqtebî me qet ne Laxirim badê dinoşim
ez yê meyxur im tu dil gezo yî
ez lê çaçir im bi wa hejînê te wenda kirim di çerxa te de ez dixingirim te hilfirandim di xwe werkirim di wê şêtê de te ji xwe birim her te dibînim
– 22 –
ez ta digirim di meyka te de her dizîvirim hêviyên xwe ez tim radigirim perwane me ez vîna agirim dîsa ez mûmim wa dipirpirim bi limîta te
te berdar birim
şêt dibim bi te ji xwe diqaprim bi bamişta qet ez venamirim bi azara te her dikizirim
li tîsiya te her disincirim
di hestê xwe de Babagurgur im tîna dilê xwe
ji te digirim
tu qulba min e bi te bawerim ez Qutabiyê baba Tahir im.
– 23 –
SÎNGA TE
Eger dinya tev buhuşt be sîngê te xemla buhutşê buhar bi hilm û bi bîn e her jê hilm û bîna xweş tê
Buhar û jîn xemla te ye qeftêd gula bax bi baxan baxên sînga te rengîn in dihejin li serê şaxan
Ji nav xemla wê buharê tev wan xuncên serê şaxan bi wa şoran sewdalî me
ji hilma misk û pixûran
Sînga te ez hilfirandim ta giham ezman û ewra bi ber xwedê wergerandim dîlê te me bi pir tewra
– 24 –
Sînga te meyîxane ye li ber derî dimînim mest her gava ku diponijim tîpên min dibine helbest.
– 25 –
HÎN DIKE
Bi wa kêrça û tewziya bi agirê wa newziya bi kila li ber biriya
bi êrîşên wan şanliya
li min diçivin wek derziya bi xemla wan qunciliya li ber awazên pelbiya
li lerzîna nav hestiya hîn dike şahinaziya.
– 26 –
KAJ
Li ber berêla pozê kol em li nik te ne lê kajê tu li ber roja sibê ye li wergirtina tîrêjê telbîzê te digeh ewra xwe dikeyê bi hurmijê ewr ji te re dilîlînin şor dibin mîna avrêjê li xarî te pûr dibe tej em dadinişin ser tejê noşîna te alekole qerqef bi te re dihejê tu darexta heyînê ye ji xweserê diponijê xerama te ferîbend e
li ber govenda nav mijê şîlarê ji rizîmê tên
tên siya te lê cergojê
– 27 –
wa bayê te hênik tê me em hildimijin wê çêjê tu hulma xwe dibexşîne em dikêşin wa hulmijê henasa me tu dikêşe wa hulma ûksîda rejê berdewam tu wê pakdike ji nûva dide avejê
tu li gel hestê xunavê bi semayê dilolijê
li raza te em mat mane em negihên va tewlejê Sed kongirî bo jîngehê Qet nagihên vê rewajê.
– 28 –
KES LI HAWARA ME NAYÊ
Ji Homanê ta Şekirbazarê miletê me ketiye hawarê qet kesek li hawara me nayê
Ji Cîhokê ta serê Kezwanê hestîn tên mîna tavên baranê qet kesik li hawara me nayê
Ji van teqîna sîtêlê xwînê
ma cîhan tev vê rewşê nabînê qet kesik li hawara me nayê
Ji Qamişlo ji dilê cizîrê zaro digirîn û milet diqîrê qet kesek li hawara me nayê
Van Encûmanên mafên mirovan ew dagîr bûne bi destên hovan qet kesek li hawara me nayê
– 29 –
Derfet ketiye destên bacbiran sivîl bi agirê balefiran
qet kesek li hawara me nayê.
– 30 –
BADEYA CEMSÊ
Diyarî ji Dilşanê re
Amoza ristên evînê
Li ber bala te ez bend im Amoza ristên evînê dildarekî dewlemendim esmerê lêv hinguvînê
tu zanê ez şêt û dîn im çima tu min dixapînê bi vîna te serbilind im te dam ber doxa nifrînê ez weke Yosêfê peyg im tobedarê ji Farqînê
li dewrana te ez bêhêtim tu berjengê min nabînê serê biska te ez mêtim mîna Ejderah li havînê te hejandim hilavêtim ka hawara te guwînê
– 31 –
ji xwe te ez ji xwe birim guhdêr be li coşa xwînê li benda te ne derxur im lê hejarim li ristînê
Ji rendên guliyên te avêjeya ji darçînê avrasiyê Bedlîsê me bi cezbê ketme lerzînê li asta te ne xîlekim
dermandeme ber nehînê li hembera te serbend im her em yek in li nik vînê
tu Xec be ez Siyamend bim fîxanin em li zemînê argûna Ferhad hildikim dikim îsa ber şêrînê
wa ez memê li ber şêtim li şopa te bi pêlînê
ji şûn pêya te dinoşim badeya cemsa gerdûnê.
– 32 –
MEYDANA
Dîmen li çiya yê Meydana vîzvîza newal û derbenda perê ewra ketne semayê dengê çivîkan li Rewenda dengê Kewan li serê Kelê mîna xort û qîzên Gewenda Ez nizanim ev çi sêrî ye dixwîn in sirûdên ji penda di çerxêda li hev digerin
çi xweş e cîwarên Balenda bi dil darî li hev dicivin dibînim kenê lêvxenda Xeftanê biharê xemilî
li hembera dara sêdarê
ez dizanim Meydana Meyke qet kes nizanê vê mijarê
li Kosa dengê bavê Gulê wa dengê perzerê biharê
– 33 –
Vane Şalûl li bena cewşê awaz gihane Qerebêlê
li Penêreka tê dengê kasê di lîlînin keçkên Şengêlê weke firbana çeng dihejin li hingava dengê daholê Meydana xemla xwe girêda çendî xweş e xemla vê bûkê kiyê vê bûkê biparêzê
bilî we kiyê wê qorîkê Mislim Elo l gorê digazê hawara Horiyê Ecûkê.
– 34 –
GULA ÎBRÊM
Gula Îbrêm landika min hejandî ez hejandim li nav çanda bapîran
wê ez şandim xewaneya Celadet diyar bexşek da min ji kilika Mîran
hatim dezgeha Kawayê Ahing gut
min jê xwenidin berhemên rewşenbîran
her wiha gihame rêbaza BARZANÎ li ber semaya mûm, finid û xetîran
min dî geşta Ziyosîdra li pîrimam li dîngelê niştî kevoka nedîran
ala rengîn li ser geştê pirepire sî û senger tewaf dibin li sawîran
– 35 –
rê û rêbaza BARZANÎ her dîrok e têye xwenidin bi nirxên ramangîran
derfeta rizgariya me va hatî ye dijminê me ketine qul û qewîran
dengê zenigilê karwanê BARZANÎ xweşe li gel pênûsên rewşenibîran
de em karwanê kekê xwe pêşwazî kin ew xudiyê pend, şîret û sarîyan.
– 36 –
DÎLANA GORDA
Ka dîlanên Gundê Gorda govendên wa xort û qîza dîm gulî û rû xuşûr bûn rixsarê wan ji pela rêza Li bin tûya diciviyan
li awazên pelên gûza bi nêrîna ez mest diçûm bi dîtina dil awîza
Guliyê wan wek çatmeya her şor dibûn ser omiza heftê û çar reng tê de bûn rengê yekem ya nêrgiza
Ji dûr de min dişopandin ditirsîm ji rext û xorza
Li ber wan dihev werdibûm bi dîmê wan wek pilpiza Diçûn zozanê sebîlê
orta Gorda û Hec Hesna
li dîmê wan çîrok xweş bûn ez nikar im bidim pesna.
– 37 –
HÎD
Ji duderî heya bîston goridîcan lê bûne Ston ew xetîrin li ser gerdon li gel va çiyan mane hîd
bi bênîşa xwe serbilnd in li tariya mûm û find in
Şehiperê ew vexundin zimanê xwe bûne sirûd
di çerxê me de ew zîr in her bilind in her nedîrin di jiyana me de pîr in
li rizdiya wan e omîd.
– 38 –
BAZ
Çi dil e di sîngê min de fîxan ji qebqeba kewan bozê memê alane ev dide lewjan û tewlewan spî bazekî helgurdê ye ji ewra tê pasik zêwa Li zozanan li ser çiyan qanad siyê didin çewa li biharê perwane ye xwe davêje nav pertewa xwe disoje ku bibe kil
– 39 –
FERATO
diyarî Perwîn dîno
Ferato dengê te xweş tê te kelekin dane piştê
ji van çiyan tu bêhiş tê
her dem bi dêmê xwe geş tê weke tîran tu tê deştê
tu kewsera li buhuştê Tu ji çiyan li xulxul tê wek hestînê çavên kul tê li newa dengê bilbil tê çemê te ji oza dil tê
ji birîna te xulxul tê li mehitapê tu hiltê Pêlên te tim dipirmijin wek kulîlka diponijin bi çi vînê dipengizin bi çivîkan ditengijin
li jiyanê pêlên gijin çim çimê te qet narijin Tu ji xunava derbendan ji avşurbê ferîbendan
– 40 –
tu li çolan li rewendan mîna keziyê lewenda newaya te li govenda ketin semaya balenda Lo Ferato tu jiyanî
li jiyanê sermiyanî
li deşta tu ser gerdanî li bazara te zebanî kirin karê qerdiyanî
ji te re ez berevanî Demê tu tê wek dildara dibî tîşna spînidara
tu kirin çerx û bazara xurt çûne bi deh hezaran bûn qurban ji dewletan re heywex li me tengezara.
– 41 –
ÇINAR
Hawar yarê lê yarê
çav reşê çav xomarê li bîra gundê Gorda li bin dara çinarê gul sosinên biharê didin pesna te yarê Hawar yarê lê yarê
çavên te wek şeşarê wek kevoka pozêkol perwaz dadan aşarê bo xatirê te yarê
jal ji ewra dibarê Hawar yarê lê yarê têrnabim ji dîndarê lêv kulîlk ji henarê
şêrînin wek axşarê
Çêlpeytûkê çinarê Li min hatin hawarê.
– 42 –
ÎSA
Li ber bala te xwe dixemînim îsa li çerxa
ez te dibînim li ber pêyê te dikim niwêjê
Li ber bejna te xwe diçimînim oz û îlê te
ez dipelîn im li ber extera ey Gelewêjê
mehidera te
ez her dixwîn im pendên nependî têde dibînim
jê werdigirim ristên ji wêjê
– 43 –
ji gencîna çerx û ji xurustê
Ji wê çavên te meya helbestê ji xuşûra te tavên tîrêjê
Min xweda naskir di raza te re lewre min tu bir wek olipera
te hilavêtim bi çi rawêjê.
– 44 –
TIRIS
Ez degnbêjê kurda me dengê çam û Êvirsê dengê min giha Wanê kenda Feqî li Meksê gîşt newala Hekarî Şêx Se’îdê li Nûrsê giha nandozê Awropa hîn ditirsin ji tirsê.
– 45 –
HEWIRAN
Kanî paytexta Mîdiya kanîn ew hewran û kurik ka dengê pêşesaziya nemane arjeng û çirik hûn di hewranê xwe de bûne beyîk bûne xwirik ger xûyakim li rûpela dilê bike tirke tirik
ev çel sal in va rijîma ji xwe re hûn kirin kurik wa li deşta Kobaniyê lê digerin zax û qirik kanîn tixurê Dahokê ey qelewîzê me zirik
ti xala wîn pêkanînin we dibînim şopiltirik
li beryara we hevbeşin jê ne Ereb, Firis û Tirik.
– 46 –
KEWÎN
Ji milên çiyayên Gorda hate min denigê kewê dengekî zîz û xapane şiyar kirim ji wê xewê awaz, stiran û fîxanan mest kirim bi wê rehiwê min xwest e têxim dava xwe wa ez ketim e dava wê Denigê wê ez hejandim
wa kewîna li şihata bejin û bala pir li hev lihevhatî ye û yekta li elenda berî sibê dil vejand û kire tayê
wê alavê sergerd kirim bi xemila, xêz û xeta
Di nişûva deng wergerî daket dola geliyê kûr
– 47 –
zanim raza denigê wê bi kalîn û bi hawîran sîtemê dam ber nobara berdane cergê min du tîr ez hilkirim nav awaza denigê zelal wek bilûr
li Qûça mala Cefer e dagîr kir û kir ferwar ji çavê wê weke xetîr berdan dilê min nobar dil gevizî di xwînê de û li min nekire hawar
şebnemek ji dêmê rixsar ji dil re dibê nojdar.
– 48 –
BAZDENOK
Li rex dêra axtomarê min dît keçeke çinçinok wek serbaza êrîş min kir tewilek da dilê bijok
Erê wê ez hilfirand im bi awirên tûj agirok
li derdora min geriya
li dil danişt weke kevok
Min cengê eşqê nedîne wê çibke bi dilê fedok rê û delav ji min birin
li min giritin bazdenok
Li bendê xwînê min tîr bû rawestîne pûl û xirok dinêrim li dogira wê gulên têde bûne bîhok
– 49 –
Hatim ez çûm û hejiyam
li min sist bûne kab û çong ji we re dixwînim ristan dibine efesan û çîrok.
– 50 –
TEWRA SEWDÊ
Ava kaniyê xweş diherike kenê te yarê dil şahî dike
tu beriz, avrist,hêvan û bestî pendek evînê bo min rêbike
Ji dilê bijok nama te nazik
bi guliyê hevrişmîn bû rimbazek weke nojdara te dam nobara tu ji xedengê lêvan bi awazek
Ji îlên peyvê te dizên çew û çem li min dibin lehî ez dibim sersem porê te yî çîl jê re dibim dîl
riya astenga li min vebike Li bin va baxa li siya ewra bûme sewda bi hemî tewra keziyên ser milan hejîna gula
bi qurban bim bistê bin çewira.
– 51 –
PERWANE
Periwane tu şêrîn e tu li bihara rengîne ji wê derê tê vê derê li nav xemila biharê digerê li serê çiya
ji sibê heta hêvarê Periwane tu şêrîn e tu li bihara rengîn e roj derê heya bi derê li ronahiyê digerê em jî weke te digerin ta ku rojeke me werê Periwane tu şêrîn e tu li bihara rengîne
xweziya em wek te bana li serê sirta û bana
bi hev re bigeriyana
li nav govend û dîlana.
– 52 –
XATIR
Xatir me xwest ji axtomarê ji xala çerxa û geridûn
di hestê xwe de digeriyam li rex min denigbêja yekbûn gola wanê pir gergîn bibû dengê pêla amûra arxenûn pêla geşta me zîviranid min bawer kir em têkde çûn denigelê wê tev hilbibûn tenabê wê tev vebistî bûn min û yekbûnê tim distira stiran bi xwe derid û êşin
ji van kulan em çênebûn.
– 53 –
MITRAN
Li ber gola Wanê me ez li hev digerin pêlên wê bi dildarî pêl hildidin govend girtin tev xunavê wa em siwar bûn li geştê berî didin ber giravê dêra axtomarê li ser mîna şûşakî gulavê
min mitran û meyremê dîn şahiya dil li wê ravê
Elî qole li gel mitran bi rêz didin me silavê Mitran herdû mehir kirin li dengê kos û hingavê balenda tev dîlan girtin li pîroziya bûk û zavê.
– 54 –
GUL
Gul ji gulan re distirên law çi xweşe dengê gulan balavê xwe dihejînin
deng xweş in ji cerg û dilan
Kenê wana xweş awaz in balavê wan çi dirazin tîrên wana tev derman in zilfên wana têl û saz in
Dil zîz dibe bi van dengan di hejînin sîng û çengan li bendê ez diponijim werdibim di nav ahengan
Dema yekê li min nirî bi lalên xwe dixinxinî
ez ber keşwera xwe birim bi nazdarî ew dikenî
– 55 –
Kenê te bi çi zaravî? ez bûm masiyekî avî
ev çend sal in min nedîtî ji tişina bûm bijavî.
– 56 –
QUTABIM
Ev bersîva helbesta Ronî Gênc e
Qutabim ez negihame bi lîmeta û mamosta hîn badeyê digerînim didim dest meyperesta Wa hîn jî ez dişopîn im li şûnpeyê wan telesta di rînda ferwara wan de digerim li pendê hesta Tîpên wanan tev zêrîn in
xwe şordikim ber wan desta ji pêvejoya rêça wan
Diçim dewrana helesta di nav rêzên tîpên wan de min cihê xwe qet negirtî ji asta mamostan dûrim bi sed sirtî sed aşirtî
Li asoya ez baldar im
li derkoşê wan peydarim
– 57 –
wa li meyka zarezarim di rista de ne hejar im
ji Gorda dengê min tê ye gundê we Milexelîla bersîva min vegerîn e
ji nav wan pêlên qesîla Di satrapa wêjeyê de
li ber min tu hemahengî di van helbestên nûjen de ez dizanim tu serhengî
li dewrana derbirînê dibînim em cihê rengin lê bi êşan û kovana
rawêj dikim em hevsengin.
– 58 –
ÇERXA HELBESTÊ
I
helbest naçe ser darbesta ew dibîse digrî dilorîne
Li gel awazê pelên daran tev pêlên êkinan.
– 59 –
II
Ken û hêviyên Baba Tahir hejîna guharan
nazenîna dengê keziya û çim çilpika baranê şihîna hespan
fîxanên firbanan pêlên deriya gerweda gerdûnê şorîna solava
li gel ristarê xwe ta îro baba Tahir bi jiyana ronahiya bi helbesta xwe re dikene.
– 60 –
III
Mixabin Şahsiwarê me dest li ser dizgîna şevdizê ye
serê hespê wî li ser perê ewra
rajore ber Exteran diçe li asîmanê şamê pêşwaziya giyanê şehîdan dike.
Li nav exteran
navê wî Silêman Adî ye yarimeşayê kawa ye
ji bîra me çûye mixabin.
– 61 –
IV
Ji..
Keşwera te hêvê ronahiya te guncêvê bi xerama te
şûr hingêvê bi rajêra meta ji naba sêva te
ji bahuşta hewmanî jiyan dibim
bi wê werêvê.
– 62 –
V
Lorîna çemê hêlanê vedenga çemê asî qêrîna Qaşûş nalîna birîndaran hawara girtiyan giriyê dayîkan dengê pêlên xwînê
li bin şarê xaporkirî de çêroka mişextan fesanên amûrê mozîkê şoreşek li darxistin e
li ber pêyê Meşhel Temo û Xeznewî
Encûmana Navnetewî ewinek e.
– 63 –
VI
Avjêya nêrgizekê ji hestîna kulîlkekê ji guncava te
min tayîna jiyanê wergirit
bi teşna xwe tiya me.
Dîsa kilê çavên te dikim hetwan û pê dijîm..
– 64 –
MEMÊ ŞIVAN
Di bin cama gumbeda min de di nav xirok û pûlikên xwînê de perweyek heye
ez ne jê me nikarim bipelînim ferwarek ava kirî
hespê xwe bê dizgîn e li dewranê difire
mîna Xizir e
yan memê şivan e ji ba min diçe gewdê min
ji xwe hestînê xwe şil dike qanada ez nabînim
ne siya çenga ne dengê sîpera
bêdeng û bê wêne diçê
tê weke keskesoreke kevanî di cama gumbeda min de
– 65 –
radize ez nabînim di xewnan de
em dibin yek em dibînin çawa
çivîk, kevroşk şîlar direvin çawa zariya weke perwana disotînin
xwîna sivîlan dikin eksîrê zêrê xwe xwîna wan dikin nebîza sor û
Rûs dinoşin.
– 66 –
TENBÛR
Ax tenbûrê lê tenbûrê têl ziravê perde hûrê birim xeyala sawîrê lê tim dîlê tim yêsîrê
ket dest cendirmê Sûriyê
Girtin li ser çata Şera gerandin li pir mexferan wek girtina mayîzera birin rêza têkoşera
Li asayêşa ramyarî daxistin zîndenek tarî bi tenbûrê giryan zarî min ji zaroyan bir dildarî tenbûr birin bi xwînsarî
Dirêhî wek şêrê çiya tenbûra min ji wir hanî ez bervê çûm bi keçeliya ez beziyam dêm û rûya min hemêzkir ew keniya.
– 67 –
BEŞA HELBESTÊN RAMYARÎ
– 68 –
– 69 –
BARZANÎ
Li navçeya şengalê pêşmerge ketin cengê Barzanî li ber topan hilgeriya ser tanigê ser periştê qadaye dest daye ser tifingê Wa li mala sergerde qehremanê sengera dîroka te em zanin
li qada û çepera cihê te li cîhanê
li nav rêzêd camsera
Li bênîşa Şerefdîn tu çavdêr û dîdare
tu pêşmergê Kurda yî helwesta te diyare ala ji rengên şemşê ji milan nayê xware Wa ji bo cangoriyan
– 70 –
ez xame û surme me li rêbaza BARZANÎ bi dildarî ez heme
li hembera pêşmergan regeza pênc gerde me.
– 71 –
EXTER Û HEBAN
Giyanê te hilfirî ber Exteran exter û heban geş bûne bi te re ronahî te da meydana çarçira tu ye tîsa Pêşmergê li sengeran
Perwane hemî hatin govenda te wa gulbihar hate pêşwaziya te serbilindin di dîrokê em bi te herûher em dixwînin sirûda te
Mijgulê çavên te bûne têl û saz perdeyê tirsê li ba te bûn gedaz te nasînek da rêjîma huqebaz
şah siwara Mihabadê Firînaz
– 72 –
GÊNÊS
Nedîr li Der’a hilkirin her roj ji rojê geştire pertewa daye cîhanê ji asoyan bilintir e Baba gurgur ger vemire ev şoreşa qet namire wayî ala şoreşa me
li ezmana dipirpire Vîna gelê me l’Sûriyê ji vîtoyan bilindtir e kongirês di xewê daye roviyê wan dixurxure Ev çeteyên xudî vîto asta wana bû qundire Der’a li gênês bû Derho kes nikare wê bibire.
– 73 –
CÎHAN
diyarî arîn Bîlel
Cîhan li siya tariyê dijîn em li ronahiyê ronahiya werdigirin ji şehîdên Azadiyê
Ji van xuncan û kulîkan agirê van perperîkan
li riya me dibin xetîr îşikên çavên dayîkan
peyta dilên penaberan pergende ne li deveran dinoşin meya şoreşê hawar qêrîn û neweran
Feryada dîl û girtiyan jê werdgirin can û giyan pişgirtiyê tewankeran Rûs û Çîna tuxir Îyran
– 74 –
gelê Sûriyê tengezar xwepûr kirin li cih û war Ta avakin li ser xwînê Îran û Rûs bikin ferwar
bi hêza leşkerên ne nas hezar hezar kesên mêrxaz bi wan hemiyan peykerek ji Rûs û Çîn xistin kiras
Ezman û xak li hev kevê ev Şoreş wê bi ser kevê gelek dewlet dibin rûreş digerin li rêya revê
pirsê dikim ji serwera çima hûn nayên mehdera Berjewenda we bû sindî bi hev ketin haşî kera.
– 75 –
KOBANÎ
Wax li halê kobaniyan rewşa jinan û zaroyan direvin ji Îslamiyan îro hemî penaber in
Mal û mewalên xwe hiştin zanin Îslamî çi tişt in
ji olan elwed û ziştin li warên aram digerin
Ax li halê van rehrûyan nalîna wan weke koya dinêrin li van asoyan nizanin wê kuva herin
Nalîn kizûr tên ji cergan Xweniyên wan dikin xergan gazî dikin wan Pêşmergan ta ku di gaziya werin
– 76 –
Ax li halê van mendalan qêrînê wan di çin balan hawara van pîr û kalan hêvîdarin ku vegerin
Omîda wana Barzanî tu qehreman û samanî Cengan dikê bi hêsanî nîşanên te tev fener in.
– 77 –
WERIN
Werin govenda bigrin Kobanî tev rizgar e nîkal hat miştenûrê li der dorê buhar e
Aşila dîlan girtin
Li ber dengên çivîkan zava mest û serxweş in dest kirin destê bûkan
Dengên pêlên ferat tên ji hev re dilîlînin
şebnemên ji Ferat tên li bin Ala rengin in
Jalên ferat têne xwer li ser gul û çîçekan li rexsarê dîmê qîza li biskên çav belekan
– 78 –
Aferîn sed aferîn bo we gelî çekdaran
her tim destan bi din hev biroxînin neyaran
Bi pişgiriya BARZANI rizgar bûye Kobanî
li dîrokê berdewam ji me re piştevanî.
– 79 –
GAZIN
çi bêjim EHMEDÊ XANÎ?.
Îro Kurd bi lêvegerin îro kurd bi sengerin bi kozik û bi çeperin nikarin zû pêşva herin bar giran in ne qonterin ratewlîne nema derin
bi kedî bûnê pêkve derin Carna li singê xwe digerin îmzê wana ne cewherin
ji helwestên xwe vedigerin bi tenabin ne şenqerin
ne jî bazêd spî perin li kolana tên û derin zanim ne kurdperwer in zanim bejîk û neferin
li dij hevin ne hemqerin ji şîrtê Barzanî derin
Çi bêjim Ehmedê Xanî.
– 80 –
GÎZAN
Dîmenê welatê Sûriyê berweşa welatê jîngiran cî û warê şaristaniyê hilweşandin hemî çiradan bê pêwir hatî welatê me bi tund birin text û teyesan
çel sal in Rûs me sosert dike em dagîr kirin kurê çaran îro sivîla dorpêç dikin qirkirinek nan kirin gîzan jinê berdar di gel zariya
bi teqînra dikin girdoman li encûmana nav dewletî
xwedî vîto tev bê reweşt man bi lewşîna xwîna mileta
l ser afira tev mîna garan bi vîtoya xwînê dikêşin dabîn dikim ez dikim xûyan nasnameya dewleta eve
– 81 –
welatê me kirine zîndan jin û zariyan disotînin av li rûyê hemiya neman
ji cerga xwe em tev diqîrin li Medayê qêrîna giran.
– 82 –
PÊLANCÎ
Ji piz dana Şamê derhat bi navekî niştîmanî
ew fêr bûye ji Çîvira Weke Mehmûdê Mîrkanî li şêst û şeşan kirin caş bi me kirî pir ziyanî
li ber kaniya xezalan latê Qezafî wî danî
Qasimlo da kuştinê di gel Besîcê Îranî
bi pîlana pir gewre ye va min kir û da xuyanî pêrewê wî semadarin li ber Qasim Silêmanî.
– 83 –
BEJÎK
Hinek ji kurdan bûn bejîk bûn sedemên derd û zengan desta bilind hilweşandin
da ku li hev em kom nebin nikaribin bikin cengan. Eger me li hev bikira
em nedibûn wek perengan çima emê nebin Dantî
li rêzekê wek lehengan li dîrokê hûn bûn rûreş hûn nastînin tizerzengan
Îro li deşta Kobanê
gel didin ber top û tengan bi agirê şerefnalan disotînin biskên şengan mendalên weke perwanan kirin ber doxên tivingan qirik dane ber keyberan hûn nabhîzin wan vedengan
– 84 –
qêrîna wan nagihê we gihan balind û qulingan
Pîlan ji şamê dertînin tên ji reşiya zivingan bi endeza Rûsê gemar
wan qirêjan û wan penga xwîna zarokan kirin eksîr pê digerînin arjengan eger me mil bidana hev em nediketin astengan Omîda me ew BARZANÎ
tu yî serwarê PÊŞMERGAN ey bazê serê Helgurdê
li me bike siya çenga Qehremanan tu birêke wan dilêran wan pilingan çermê me ji we re sol in li sengeran û vasengan werin da me rizgar bikin ji çîran û çîrevingan.
– 85 –
PÊNC QERATA
Bizanibin Gelê cîhanê welatê me bû ye Hîroşîma
gund û şarên me
li ser golên xwînê dizîvirin bi pîlanên pênc
qerata
em çarme kirin e dorpêç kirin e
Hûn wêrengîriyê me nabînin her pênc hovên tundirew
çerixîn û berdoş bûne Hûn dizanin zaroyên me
bi fermana wan perxîm dibin hûn dizanin welatê me hevşandî ye
Hûn hemî bê serperit mane
her pênc tajanbazan kuntûj dikin
– 86 –
li me dihevojin
pênc bû arên bi şurîn in
Bi lepên atomî pênc bê betwer in
her pênc nagihên asta gerdekê ser pepikên zarokekî
Dema bi çekên giran
wan weke perwanan disotînin belê ez rastiyê dibêjim
Her pêncên xwedî vîto
koşka wan li ser çalavek e genî ava bû ye
Nekezakî dizane
bi hemî rengan me dikujin jehirên helahîl li me dibarîn in îro pênc nejadperest
pênc çav sor çav piskî pênc çepel in
li welatê me çenedirêj in dev şilin
pênc çavjor kin bê yase û zagon
me ber webedê dibin Di ferwarek e qundiz de dijîn
di navçeyeke bê navber û kelewaz de
– 87 –
dijîn
bê harmonî û hemhengî dijîn
Ne perlementoyê wan ne Doma
ne Kongirês
hemî xerbende û çewleqin him jî berpez in
Miletên Awripa bê hest dijîn
bi çend rengan ew dagîr kirin e xîredê wan dagîr kirin e
û
her pênc bi xwe dagîr bû ne di bin pêlavek rizî de
dijîn
lewre xwe dikin taldê neşînda û xerifiyan her pênc mîna beqên di goleke genî de dijîn
tuf wankin natevizin berê di nav kevzê de dijîn
bizanibin.
– 88 –
FERHENGOK
A | Aşar: cihên şaristaniyê |
Angor: berbang | Axşar: rûn û dimis |
Avend: çalak | |
Areşî: hevrîşm, hevirmêş | |
Avej: xunav | |
Aroz: xwestek | |
Amûr: alav | |
Amrîzgar: bexşende | |
Arsim: serma | |
Aşirt: riya veşartî û xwar | |
B | |
Avrasî: komên sofiyan yên gerdûn | |
hiştine, murîd. | Bendîn: kişandin |
Aroskar: nesaxê derûnî | Betwer: xwedî soz û peyman |
Atom: bejik, dinok. | Banok: pêwendî |
Aran: azirandin, êş,şewat. | Beravêj: xunav |
Amoz: mamosta | Berdoş: liv û hejandin |
Avêj: xunav | Bêpêwir: bê sinc û zagon |
Avrêj: solav | Bêmeher: bê qelen |
Alekol: mey, bade | Bergîn: xeml |
Arjeng: fabrîqa, dezgeh | Bêlan: çola bej |
Avîsta: hebûn | Behireyezid: cihekî pîroz |
Azar: êş,êşkence,kovan. | Behirî: paqij |
Aferîn: qencdîtin | Bênîş: cihekî pîroz û taybet li ba |
Aşil: qaza stûwê xwe şîn | sofiya |
Arxenon: alaveke mozîkî kevnar e | Berjeng: nîşanên nexweşiyê |
bi avê tê bikaranîn | Beyîk: lamij |
Aheng: şahî | Baldar: tambûn, temam bûn |
Axtomar: cihekî ermena pîroze li | Berêl: çiya, dehil |
derya wanê | Bamişt: bahoz |
Ahin: hesin | Bade: mey |
Agirok: şewat | Bêtûşt: bê sinc |
Altax: xiniz, sîxur | Berdar: bibar, ducanî. |
Adekirin: maltin, birîn, eşêf | Bacbir: ewê baca dewletê dicivîne |
Aşûp: bincil kirin, becewîş kirin | an kom dikê |
Avzêm: kaniyêd demkî yên buharê | Beyg: şande |
– 89 – |
Balende: ajelên bi bask, yên difrin Bavê Gulê: helbestvanekî herêma
Efrînê bû ji gundê kosa Benacewşê: çiyakî li pêşiya gundê
meydana ye, meydana: gundekî ji gundên herêma Efrînê ye
Babagurgur: agirê herdem vêketî Bedxû: kotî, xerab, dernexûn Bivrîn: pêşde çûn.
Bejîk: nandozê rêjîmê
C
Cawîdan: herdemî Coş: kelecan
Canfeza: kêfxaşiya giyan Cor: zordestî
Cemsîn: xwîngirt Cam: cînciq Cergoj: mehrevanî
Camser: stêrkê mezin yan mirovê ku mîna koşa di cavkê de.
Cadû: sihirbaz
Ç
Çavsor: qelaş Çenedirêj: sitemkar Çavhîz: gidî, kepir pen. Çavçepe: gendelî Çîzkirin: tirsandin Çerxîn: gerandin Çirav: civliq
Çek: dapi Çertîl: şemûşkin
Çêlpeytok: serçe Çinçil: çirkek, dem Çêwir: pêwir Çavpiskî: alçaq Çepel: êrivî, pizirî Çavjorg: tîror
Çerxîn: tûjkirin Çalav: çepel Çîxan: alavik mozîkî Çew: berbeq Çînem: dol
Çîtme: nîgar Çemçîr: mencenîq Çerçî: etar
Çêj: tam, lezet Çivîk: çûk, çivîk
Çeng: alaveke mozîkî yekem li ba someriya ye
Çaçir: şeraba ku ji hunguv û gûza
çêdibe
Çerez: mêweyên hişkirî.
Çidar: herîr Çiv: curfandin Çatme: hejandin
Çimçim: hejandina dêng Çemîn: hene
Çirik: karsazî
Çiradan: dik, textê şanoyê Çinçinok: nazik
Çerx: gewrîn Çîn: dewleta çînê
Çîrveng: mîrê suxte Çîzkirin: tîror
Çinka: koşkek li esfehanê dewleta
îranê
D
Dikoşim: çalekî dikim Devsar: civiq, gewaze Dermande: lewaz Derdest: nêzîk û amade Divît: kuldank û tevgera lêva Disincirîn: disotîn, dişewitîn Devşîl: zozik, zibiq
– 90 –
Dorpêç: qolkirin Dagîr: zepkirin Derxur: layiq Dîcor: tarî
Derhû: nîşanek li çiya
Demdirî: kesê ku dixwazê her tiştî binasê, miraqker
Dilawîz: dilbîn Dizgîn: hevsar Dewran: çerx
Dibexşîne: yadîgarî, diyarî Dahol: def
Dadan: vêxistin Didarive: dihelê Doş: derdor Dîrewanê: berbeq Diponije: diramê
Duderî: şikeftek li gundê birc ebdalo li herêma efrînê
Dol: gelîkî li herêma efrînê ye Diraz: dirêj
Darext: dara hebûnê Darbest: seleca miriya Dagîrker: zepkirin
Dundul: ajela ku pêximber diyarî Elî Bin Ebî Talib kirî
Destek: hembêzik Dogir: di navbera du çiya
Derbeg: berdefikê axê an mîr Dox: tîr
Daban: polat Dingil: istûn, Dav: tor, xefk.
E
Erxîm: gihîşt Erxandin: gihîştin
Engîz: zîz an argûn
Erzen: qirik Ewinek: yarî Extirme: dîl, êsîr
Eksîr: hêvanê ku sifrê dike zêr Elwed: pîs, genî
Efraz: balend, hilger Exter: engîz Endaz: endezyar Elend: berbang
Eqtebê: helbestvanekî kurd e
Ê
Êkin: qesîl Êlkan: başor Êşik: rondik Êviris: rengeke
F
Feşe: şe
Firqat: Êlkan: başor Fesan: çîrok, serpêhatî Ferîbend: bedew û çeleng Firban: balend
Ferwar: havîngehe Ferxend: şad
Firînaz:keçka ku buye qurban li mihabadê di sala 2015
Fodil: xweşik, rindik
Fezen: cureyekî ji balenda ye lê nafirê
Feryad: qêrîn
G
Gode: mêşa hunguv ya nêr Geşîn: tîşik
Gerhedar: serhişk Garan: naxir Guwîn: pepûk Gedaz: helîn
– 91 –
Guzin: bihêz Gerde: atoman, toz
Gencîne: zêrên veşartî
Gubed: qube Gulî: bisk, perçem
Gewenda: gundek ji gundên herêma efrînê
Gezo: ewê di qurana pîroz de hatî bi navî (men)
Gerdeş: gergerîn Gergîn: bitirî Geviz: gevzandin Gordîcan: pakrewan Girîban: berîka çiyê Gewre: mezin
Girav: beja derdora wê av. Gwîzan: kêrek tûj Guncav: gihay
Garan: naxrê çêla Gulav: ava gula Geda: parsek, civ Gav: bînik Gerwed: gulover
H
Hevşandî: tine kir Heydedan: gewre ban Hemneşîn: hevcivîn
Hêlan: çemek di nav bajarê helebê re diherikê
Henteş: amede Hevyaz: hejandin Hêdan: matmayî Hetwan: melhem Hiyûl: regezên surûştî
Helest: bi pir wateyê tê wek: rabûn, hundabûn
Hîwan: rastî , durustî
Hîd: pakrewan, cangor Hevseng: hemahengî, wekhevî Hejar: bilbil
Hurmij: dengê birûskê û xalek ji xalekên mozîkê
Hingav: pîvandin, ritim Hoş: hoşyarî
Hestîn: rondik,êstir
Hewma: homa: navê xwedayekî ye Henas: derûn
Hetwan: melhem Heqebaz: fêlbaz Hemqer: rade Hinartin: şandin
Hîn: hobû, hokirin, fêrbûn Hilguhastin: birandî, qutkirî Heban: tûrkê şivana, riya kadizê
Hîm: zinarî mezin, resen Hevseng: wekhevî
Hevoj: guviş, gufşandin, dewsandin
Î
Îlik: hunava hundir hestiya Îl: mêjî
Îsa: vebrûstin
J
Jihedeng: xumxumik
Jal: xunav
Jîngiran: wêneyê baş
K
Kizirî: sotandî, şewtandî
Kos: def
Key: gozemîn , erd
Kefnivîşk: rûn
Kaj: merx
Koxpin: pejmûrde
Kan: tûc
– 92 –
Kezwan: banîka çiyayê Ebdil Ezîz Kêçliya: finc, sema, çiva
Keşwar: war, welat Keybir: kêr
Kovan : êşa hinvan
Kêş: rakêşkirin, berxwekşîn
Kambexiş: camêr, comerd
L
Lep: pepil
Lenger: istûnê mezin Liv: hiriya miyê Lîmet: jîr, zana
Laxir: lewaz, pesindan Lîlav: ava ji berfê helya ye Lehî: lêmişt
Landik: qundaq Lale: gangilî
M
Meyperest: dadmîş
Met: şekir
Mijgul: mijang Merkev: cîlaw, filûs Menteş: bedewiya sîng
Matik, motik: hêka mak, hêlîna bin mirîşkê
Mêrav: ciyê mirov lê hatî kuştin
Mîda: hêvî Mey: îçik Mis: sivir Mat: maliq
Meyik: cihê ku meyê lê çêdikin Mijar: babet
Mislim Elo: dengbêjekî kevnare ji gundê meydana herêma efrînê
Meyxur: meynimêj Mokar: muqar Mehder: lêborîn
Milexelîla: gundek ji gundên herêma efrînê
Meştenûr: cihekî pîroze li bajarê kobanê
N
Nejad: regez Nihandin: rewş Nişac: girî
Nehîn: veşartî nedyar
Nepelandî: ne tê dîtin û netê girtin Neşînda: seqet
Nêrdewan: mêrdewan, eylewan Nîkal: hevjîna xwediyê heyvê Nedîr: çirûsk
Newzî: taq Nab: paqij, zelal
Nîgar: rindik, ciwan, bedew Nişûv: kûş
Nojdar: bijîşk, neştergîr
Nobar: pozê rûmê Niyaz: delal Nevîn: naxwaz Noq: fetsandin Nihit: qul
O
Oz: gewher, îçi
Olp, op: ramûsandin
Omiz: pişt
p
Pengizî: xûyakirin
Perwa: xem, nîgeranî
Pêşe: çap, lêveger
Perpixî: meyandî
Peyarîz: ezber
Pextin: bûyi
Perpîn: veşartin
– 93 –
Peyapî: li dû Pirgal: laş , beden Poşan: kinc
Perwaz: destpêka firê Pelerîs: kulîlka li çiya Pilpize: gulîlkek li çolê dibê
Penêreka: gundek li herêma Efrînê ye
Peydar: hişyar Poşandin: veşartin Pergal: bigeh, laşe Pûlik: temberî, pêşçavk.
Pelîn: pelandin , destavêtin
Pozê kol: çiyayekî gundê gorda ye Pûr: pûrê dara merxê
Pêt: alaf Pîtolvan: feylesof
Pizan: malka zarowa Pertew: alafa agir Pend: şîret
Perxîn: şiqtî, dirî
Q
Qel: ne resen
Qewsel: hebû nebû
Qerate: cinawir
Qutab: şagirt
Qelewîz: şene
Qelemrew: impratoriyet
Qeşmer: sonterî
Qerqef: meya sor
Qorî: sînor, taxim
Qate: meygerîn
Quncilî: biri hûrî
Qapan: tijî, dagirtî
Qûç: koma kevra
Qewîr: qula mara
Qantir: dewar
Qanad: basik
Qerdiyan: berpirsyarê xaniyê girtîgehê, zebanî
Quling: hec lek lek Qesîl: zirçe Qerata: yên gonê
R
Rîş: kulbûn Riftar: kiryar Rînd: mest Rîşok: hênkayî Regez: nijad
Ristîn: destpêka biharê Randan: qewtandin Rencîd: êşîn
Rawêj: texmîn Rexsar: rûçik Rist: rêstina hirî Rizîm: ceng
Retal: pilindirê bi jehir Rehro: rêçber
Ridar: ava dara sînanê Ristîn: zirçe
Raz: neyab Rej: komir
Ramangîr: feylesov
Rustem: lehengekî bi nav û deng Rehiwê: çîrok
Rigezer: riya di nav havîngeha ra Ramyarî: siyaset, siyasetmedar Radigirim: werdigrim
Rewend: bejî Rêbaz: li ser riya wî
S
Sîrot: îspirto
Sergeşt: sersend, sermest
Senger: çeper
– 94 –
Siwêrek: bajarekî kurdî ye | Şebnem: xunav |
Serheng: serleşker | Şalûzî: heskirna derew |
Sorî: rakêş | Şitî.: zebeş |
Sêser: westî, hetikî | Şevdiz: hespê kîxisro |
Sîtêl: retina xwînê | Şopiltirik: qelewîz, şopik |
Surme: kil | Şîtab: çapik, bilez |
Semend: hesp | Şîlar: balendeyên pêşeng |
Simder: sewkî, serder | Şeşar: cureyek ji çekan |
Satrap: herêm | Şam: xal, mang |
Sîft: qul | Şahta: fîdan |
Sêlçe: sêlçûk, cihê bilind li ser darê | Şiv: kerî |
Sîrî: aqildarî | Şanlî: memik |
Siyapoş: nave helbestvanekî ye | Şahnazî: nazli |
Şerefnal: çekek otometîk | Şekirbazar: cihek li Cizîra Botanê |
Sorî: rakêş | ye |
Sêser: hilweşandin | Şam: êvar, şev |
Serheng: serleşker | Şalûr: reşole |
Sirt: kaş | Şengêlê: gundek ji gundên bajarê |
Sêdar: istûnên mirova li ser bi | efrînê ye |
darve dikin | Şêt: maliq, matmayî, kenar |
Sewda: evîndar, dildar | Şahîn: baz |
Senger: çeper | Şenqer: balendeyên avê |
Serwer: serok | Şeza: berxê virnî |
Sindî: hesnê ku pê lingên dewêr | Şem: roj |
girêdidin | Şûrhingêv: şûrtûj |
Sike: dezgeh û saxiya ku pera lê | Şewleq: gendelî, buhurî, çirmîş |
çêdikin | Şurin: lep, pepil, dirask |
Semadarin: govendî | T |
Sergerd: kesekî oldar bû çiyayê | Tewazî: Tewaz: giha |
şengalê kiribû cihê nimêjê | |
Tîtolê: rindê, fodilê | |
Sosert: Sitemkarî | |
Terazîn: çîmen | |
Silêman Adî: pakrewanê kurd | |
Têkûz: teqez, tekez | |
yekem li bajarê şamê ji bo cejna | |
Têlî: qamûşê zirav, gopal | |
newrozê hate kuştin | |
Telest: mest, serxoş | |
Ş | |
Tixur: mor | |
Şahnazî: serbilindî | Telbîz: axa şil |
Şewleq: gendelî, bozmîş | Tap: xweşik, bedw |
– 95 – |
Tej: xali
Terazîn: nûjena buharê Tîx: şûr
Tewir: reng, şêwe
Tenab: kêndir û lengerên ku pê keleka girêdidin
Tadî: pêçayî
Tewlej: batolvaniya jiyanê Tîsî: çirûk
Ta: qizirme
Tewlew: cihê ratewlandina dewêr Tengezar: perîşan
Temtêl: tentelizî Tund: zorî Tayîn: çiqin Tiya: hinda
V
Veşandin: belakirin
Virnî: gerkê ku berî demê dibê Vostam: rawistandin
Vebestî: vekirin Veristîn: verşandin
Vêkra: bihevketî Vedeng: vegerîna dêng Werêv: helandin
X
Xinkar: şah
Xwewend: mîr
Xerbende: perîşan
Xam: pênûs
Xad: jin
Xerçeng: kona mezin
Xîlek: miştik
Xen: ken
Xilîtik: çantik
Xeram: venandin
Xoriz: palsqe
Xame: pênûs Xweşxen: rûgeşî
Xingir: xembar Xewer: roj
Xişm: nefret, hêrs
Xişt: alavek ji alavên niçîra masiyan re ye
Xergeh: kon Xunc: şiqin
Xetîr: fîske, çire Xwepûr: wêrankirin Xemîn: xwarkirin Xewane: masa xwarinê Xal: mang
Xin: rûgeşiya zaroya
Xîred: aqil
Y
Yaxme: talan
Yarimeşa: berdevkê paşa
Yekbûn: dengbêjeke kurde
Z
Zade: resen
Zexit: şeyî linga
Zişt: pîs
Zaxûr: cihê ku qûm lê
Zîr: bilin
Ziyor: çêkirin
Zerbav; qamûş
Zengirandin: azmîş bûn
Zax: qirik
Ziriç: çîm
Zerzeng: sertûn
Ziving: şikefit
– 96 –