Rojava

Rojava
Gula min çend şêrîn e
Xunav û pel rengîn e
Bihna merx û zeytûn e
Ew gula jî Efrîne
………
Çendî zor û dijwar e
Dil bi êş û hawar e
Jîna min jar û sar e
Axa te zêr dibar e
…….
Newroze xweş adar e
Gul û nêrgiz li dar e
Dildarên te nazdar e
Agir ser milan bar e..
…….
Kobanî dil bi Evîn e
Qamişlo şad û şîn e
Çavên dijmin bi kîn e
Rojava nû vejîn e
……….

Ebdo N.Huskê
Hewlêr

أضف تعليق