انتقل إلى المحتوى
SERHILDANA BAŞÛR
Diyarî Kek Mesûd Barzanî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Mizgîn min dibir di nod û yekan
Kurdan baş dikir şer û serhildan
Dijmin bi der kir ji warê bavan
Rojek nûh çekir li ser me Kurdan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Roja azadî tîrêj vedaye
Başûrê me dî hêviya dilaye
Serbest û dadî tê de xûyaye
Wek gelê zindî şehîd pê şaye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Leylê kir lîlî bûk dihate der
Sipî dixemlî kesk û sor û zer
Bejna delalî hembêz kir leşger
Bi rûzelalî dilşa û dilter
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bûka Kurdistan miraz dibînê
Ro hat ji ezman heyv û perwînê
Tev girtin dîlan Memê û Zînê
Edûla milan Dewrêş dijînê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Helebçe ji no bi rûmet xwe dî
Wek qeyka Noh ku li codî cî dî
Ev jî carek do bo kurdê madî
Îcar hilhat ro bi maf û dadî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Hewlêra şadî cergê Kurdistan
Te bir azadî piştî serhildan
Qinyat ke dadî siba niştiman
Ger hinan nedî tu çirûska wan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Karkûka Soran qet ji bîr nabe
Alafa aran tim wanî nabe
Nêzîk bû dewran tu jî ava be
Kurmanc û Soran tev bi te şabe
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Pir sax dikim te Hefîdê navsal
Sipas dikim e şêx û Bavê Kal
Bijî dikim we yên ku sêwî mal
We rê dayî me da em rakin al
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ta ji buhuştê dengê we heye
Bi me pir xweş tê awazê we ye
Xemla vê bûkê ji xwîna we ye
Werin dewat a Mêd û Kawa ye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ey gelê dilêr silav ji te re
Zêç û jin û mêr tev keç û kur e
Her piling û şêr yên kirin şer e
Li gund û bajêr li her dever e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Pîroz dikim we bi serhildanê
Her endamên we li berlemanê
Tev hukmetê we li wê eywanê
Baş serokên we mîrên berzanê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Mizgîna xêrê çiyan semandin
Hat ji Hewlêrê dil hêwirandin
Geliyê kurê (egal) şikandin
Bi vê xeberê şehîd kenandin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ger mirov rast be naçe ji bîran
Xebat perest be mina nemiran
Ji dil û hest be wekê Bedirxan
Wê bi helbest be her dem û dewran
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Em tev dê rabin li ser doza wan
Bi hev re yek bin bo daxwaza can
Welatperest bin wek Şêxê pîran
Evîn durist bin wek Zîna zîndan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Pênûs binivsîn havil ji te bû
Pêşmerg bihejîn ala te rabû
Şêxo ne nalîn felek dewre bû
Cotyar bipalîn genim tev zer bû
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Şiyê
1999
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr