انتقل إلى المحتوى
ÊŞA DILÊ PÊNÛS
Diyarî gelperwer û welatparêzên Kurd
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Gava dilê min lêdixist
Agir û pêtê pê dixist
Xwe hildida jê derdixist
Peyv û helbest û hest û rist
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Digot, xameyê xwe derxe
Va daxwaza min bi serxe
Ev dem û dewran û çerx e
Lê biger pênûs bi berxe
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ji min rake her hilîne
Tiştê divêm binivsîne
Di pertûkê de rêxîne
Bo dost û yaran bixwîne
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bêje ey kurdên qehreman
Ey şivan, Karker û axan
Ey zarok û pîr û kalan
Ey xort û keçên dilovan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Êdî bes e zulm û zorî
Bes e jehr û tirş û şorî
Gula buharê diborî
Xwe bi xweşî nekin gorî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Konger, civînan çê bikin
Şev û roj her dem xebat kin
Nameyan bo hev bi rê kin
Hevgirt û yekbûnê çê kin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi hev re dost û bira bin
Li hember dijminan peya bin
Xudanê mafê Kurda bin
Şer nekin da ser bi xwe bin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ava bikin dibistanan
Fêr bikin zêçan û zaran
Keç û kur û jin û mêran
Ta dibin wek rewşenbîran
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi pilanzan û zanînê
Zanistî xwendin û hînê
Bibin xwendevanên jînê
Diblomatên hunerçînê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Şerm e herdem lomekar bin
Gêj û sist û yan rûsar bin
Dilhejar û belengaz bin
Koledar û tobedar bin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Mafir we baş xwe nas kirî
Kê çi bi serê we kirî
Kon û êla we ar kirî
Bi çi awî talan kirî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi peltîqana gemarî
Bi derew vir û olxarî
Bi huneriya neçarî
Hûn ji jor gêrkirin xarî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Qet bang nekin bi aştiyê
Dijmin nabe kurê diyê
Ew nizane biratiyê
Xwe derxînin ji tengiyê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Gelyê zîlan bi bîr bînin
Heyfa şehîdan hilînin
Laşê dijmin daliqînin
Riyên wana hilqetînin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bila bêjin Kurd nebaş in
Bila bêjin mey dinoşin
Bila bêjin ew serxoş in
Bila bêjin olfiroş in
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bila bêjin har û dîn in
Bila bêjin ew şofîn in
Bila bêjin dil bi kîn in
Bila bêjin çi dibînin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Çunkê me pir got biratî
Me da sitand bi dilpakî
Em her dibên mirovatî
Ew dûr dibin ji civakî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Lew dixwazim hûn li wan xin
Ji welatê xwe bi derxin
Koleyên wana bi darxin
Daxwaza dilan bi serxin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Kurdistanê ava bikin
Melhemê li daxan bikin
Kul û derdan saxa bikin
Seyran li nav baxan bikin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Vaye daxwaza Dilter e
Doza Kurdekî Perwer e
Armanc dirûşma wî şer e
Bi pênûsê Hemkoçer e.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
di balefirê de
1 1 2003
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr