انتقل إلى المحتوى
HEYV Û ROJ
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Heyv û rojê li ezmana
Didin xwe pesn û tajana
Her yek dibêje ji wana
Ez im dîlbera ciwana
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Herdu ji hev dexisî ne
Li hember hev kerisî ne
Ji erdê re verêsî ne
Li sitêrkan vebrusîne
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Du rojgar in li jiyanê
Kesek derdê wan nizanê
Li tariya zivistanê
Winda dibin ji baranê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Buharê li hev dibanin
Rengê gul û bilbilan in
Hem rewşena van rojan in
Hem jî roniya şevan in
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Geh jiyanê dixemlînin
Bi hev re wek Mem û Zîn in
Geh jî perdan diqetînin
Bi mehan hevdu nabînin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Hêv dibê: Ez pir delal im
Dîm ji sêv û rû bi xal im
Ne pîr im, ne jî navsal im
Lê li hember te dinalim
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Tu tîrêja xwe davêjî
Min ji xwe re dihevojî
Gotinek xweş tu nabêjî
Bi rengê xwe min disojî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Çavan dikî min fedokê
Nabe mêvan li min rokê
Dilê xwe li berbirokê
Ne li gul û xecxecokê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Êdî bes e ne nihêre
Min ji çavêd xwe veşêre
Dilê min ji kulan têr e
Min nexe nav pêt û êr e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Roj dibê: Ez bi te dîn im
Dildarekî dil xemîn im
Hêmin û geh jî gergîn im
Hem payîz û hem havîn im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Tu tenê derdê min zanî
Bi jana min re hêvanî
Wer hêdî bike vî canî
Ey delala esîmanî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Li hember te xwe dibînim
Ji dûrbûna te bi tîn im
Gava ku ez te nebînim
Xwe bi xwe ez disuhtînim
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Tu naz û niyaza minî
Tu qaz û perwaza minî
Razeya awazên minî
Miraz û daxwaza minî.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr