انتقل إلى المحتوى
DÎL Û TENÊ
Diyarî bo kek Seleh umer (Şêrzad)
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ji warê xwe bi der ketim
Ji Rojhilat bi dûr ketim
Cana min û Cano diman
Li ber evina wan ketim
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bav û diya min reben in
Îro ji bo min bêten in
Xûşk û birayên min jî tev
Hêviyan li min dijenin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Li Ewrupa dîl û tenê
Kesek bi min re nakenê
Her ku welêt bi bîr tînim
Gîvara dibê: Ez tenê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ew gordîcanê welêt e
Dilê xwe agir û pêt e
Ji bo rojek azadiyê
Li Qendîlê xwîn dirêt e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Xeber didan gundê Gorda
Li herêma Çayê Kurda
Gotin: Givara siwar bû
Berî da jîna bi jor da
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Diya min Gul dilorîne
Bi hest û awazên dîn e
Li mala bavêm kom dibin
Heval û dost ji Efrîn e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ez jî dîlê Kurdistan im
Li Siwêdê jar û jan im
Tim di xwe de diqisqisim
Ez çi bikim ez nizanim.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr