SERGEŞTE

SERGEŞTE ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Ji kuvanên wê evînê Dirêjim hêsirên xwînê Dinalim ez di vê jînê Kes nîn e min bihêjînê ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Sergeşte mam di van nîran Qet naçe dîlber ji bîran Nuhtim wan xedeng û tîran Suhtim wek mûm û xetîran ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Îro felek û dewranê Roj girtî li ser jiyanê Xûya nabin ji kildanê Çavên … إقرأ المزيد

DÎL Û TENÊ

DÎL Û TENÊ Diyarî bo kek Seleh umer (Şêrzad)   ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Ji warê xwe bi der ketim Ji Rojhilat bi dûr ketim Cana min û Cano diman Li ber evina wan ketim ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Bav û diya min reben in Îro ji bo min bêten in Xûşk û birayên min jî tev Hêviyan li min dijenin … إقرأ المزيد

ŞAR Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

ŞAR Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ (WARÊ BILIND) ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Derketim warê bilind û ser çiyan Da bikim kêf û ger û geşt û seyran Li bakur û başûr û koçka cihan Li jor û jêr seranserî Kurdistan ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Min dev da hevraz û zozan û çeman Deryan û golan, çem û deşt û çolan Ez ketim perav … إقرأ المزيد

CEJNA GUNDIYAN

CEJNA GUNDIYAN Diyarî bo hemû gundiyên welêt ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Dîsa di buhara rengîn Gul û gupik dipişkuvîn Kulîlkên daran dikenîn Bax û baxçe pê xemilîn ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Av zelal bûye di golan Koçeran pez berda çolan Bû meme a berx û miyan Tev saz û bilûra şivan ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Bêrîvanan şîr meyandin Taştiya şivanan şandin Zar û zêçên … إقرأ المزيد

BARAN

BARAN Bibar baranê bibar Xwe ji ezmên bîne xwar Bişîn lêmişt û rûbar Jîn bide van gul û dar ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Kanî mij û ka dûman Kanî reqreqa ewran Kanî ava di golan Kanî xumxuma çeman ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Ka fêkî, xwarina xweş Ka arvanê diçû aş Ka heyama te ya baş Ewrên, tu dihat li paş ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ … إقرأ المزيد