SERGEŞTE

SERGEŞTE

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ji kuvanên wê evînê

Dirêjim hêsirên xwînê

Dinalim ez di vê jînê

Kes nîn e min bihêjînê

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Sergeşte mam di van nîran

Qet naçe dîlber ji bîran

Nuhtim wan xedeng û tîran

Suhtim wek mûm û xetîran

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Îro felek û dewranê

Roj girtî li ser jiyanê

Xûya nabin ji kildanê

Çavên wê dîlber û canê

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Dê çawa ez bi bêhriyan

Bibînim wan sêvên çiyan

Bigrim bi dest û tiliyan

Biramûsim can û giyan

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Giyan û can ne hêsan e

Bo evîna wê min dane

Hezkirin çendî giran e

Ewqas li cem wê erzan e

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Buhayê evînê nîn e

Ger çiqas ew xwe dibîne

Tenê dilkirinek dîn e

Kul û derdan dikewîne

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Şiyê

…………………………………….

PÊJNA TE

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ba bi vacî vînê tim tê

Tenê îro mîna min tê

Ketiye germ û hêmin tê

Lew evîna te li min tê

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Dengê te li guh min ketî

Hilavêtim dil perpitî

Pêjna te bi ser min ketî

Cerg û cîger veziqitî

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Fermo dilê min darivîn

Can û rewan bilerizîn

Xweş bike jiyan û evîn

Eşq û sewdê biseridîn

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ramûsanan bi wan lêvan

Ji min bibe bi wan çavan

Xwe verêsîn ey dilovan

Ta dibînim baxçê sêvan

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Da şiyar bim dil jî şabe

Roj ji heyvê ve xûya be

Tu jî bêje lawo rabe

Destê min qet ji te nabe.

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Şam

………………………………………

VIYANA  LEYLÊ

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Viyana Leylê ez birim

Sermest û sewdalî kirim

Çiqas bilyan û giran bûm

Evîna wê sivêk kirim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ji cahîliyê revandim

Ber ve pîrbûnê dişandim

Berê ez têrekî baz bûm

Îro li pey xwe bezandim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Li hêviyan siwar kirim

Bi sozên xwe şa dikirim

Gava ez jê nêzîk dibûm

Bi şorekê sar dikirim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Tim li wê rindê dibanim

Bo evîna wê hêvan im

Ger di jînê de nezan bûm

Bi jana evînê zanim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Bi helbestan dilorînim

Dilê xwe pê dihêjînim

Ez ne tembûr û perde bûm

Lê bi wan sazan dihûnim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Jiyana xwe dirêsînim

Şev û rojê bi hev dixînim

Çendî ji wê ez dûr dibûm

Ewqas xwe nêzîk dibînim

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Çêrokên pir xweş dibêjim

Li ser viyana wê gêj im

Ez tim bi xwedê bawer bûm

Lê bê avdas û nimêj im

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

ŞIYÊ

10567527_937728292919441_2140518807_n

DERD Û DERMAN

(Keser û hêvî)

Helbest

Hemkoçerê Cezawîr

أضف تعليق