انتقل إلى المحتوى
PERIYA BUHUŞTÊ
Diyarî bo keçperiyên Duhokê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Min dît li Duhoka narîn
Keçek di ew cilên rengîn
Kesk û sor li bejna şêrîn
Zer û sipî lê dixewîn
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Di germ û kela havînê
Li Malta baxçê evînê
Li nav gul û darên jînê
Çeşmên dilêm wê dibînê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bejin û balavê delal e
Meşkevok û çav xezal e
Dêm ji gula zer zelal e
Şen û şox û pir şepal e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Li bin siya dar çinarê
Lêxist dilê min vê carê
Min silav da wê nîgarê
Wê nêrgiz û gulîzarê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi awirên çavêd zerî
Şen şepalê li min nirî
Rû ji rengê heyva jorî
Kej û gewr û him esmerî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Mîna periya buhuştî
Bi zemzem û mey xwe şuştî
Di nav gulan de daniştî
Jê tê bihna gulan giştî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dil bi awiran lerizand
Cerg û cîger veziqitand
Silav bi çav ji min re şand
Li jîna min evîn weşand
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi dilterî perî pengê
Bi nazdarî zerî şengê
Dil kir nîşana tivingê
Wek nêçîrvanê di cengê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Cenga me evîna rast e
Ji min bêhrî ji wê hest e
Diçin û tên çap û rast e
Nirîn û peyv û helbest e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Helbest ji wê devkenokê
Wê şa gulê xecxecokê
Mîna xwendina kevokê
Deng dike li hemamokê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Mîmanî bilbil û qazan
Ew dide min xweş awazan
Tîp ji lêv wê tên bi sazan
Gotinên xatûn û nazan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Wê nazik û nazenînê
Ez kirm sewda evînê
Bijî evîna wê zînê
Ji Duhokê ta Efrînê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
DUHOK 10 8 2001
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr