BARAN
Bibar baranê bibar
Xwe ji ezmên bîne xwar
Bişîn lêmişt û rûbar
Jîn bide van gul û dar
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Kanî mij û ka dûman
Kanî reqreqa ewran
Kanî ava di golan
Kanî xumxuma çeman
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ka fêkî, xwarina xweş
Ka arvanê diçû aş
Ka heyama te ya baş
Ewrên, tu dihat li paş
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Me îsal tu nediye
Çima tu xeyidî ye
Deşta me hêşt hişkî ye
Baxçe yê me bejî ye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Zevî û zemîn tî ne
Rûyê wan qermiçî ne
Giya li çolan nîn e
Berx û miyan birçî ne
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Zarok nema bikenin
çûk nema li vir danin
Kal û pîran bê ten in
Hemû rojên wan xem in.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
20 11 2007 ŞIYÊ
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr