انتقل إلى المحتوى
LORANDINA DAYIKÊ
Diyarî bo helbestvanê gelparêz
MELA EHMEDÊ PALO
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Di ber lorandina dê re
Hêsir ji çavan barîn
Bi lorîna degê wê re
Gulên baxan diborîn
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ketim sîbar û sîtavan
Xewrojk û rojên berê
Ji nalîna diya bavan
Hişê serê min derê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dewr û gera vê jiyanê
Çi bi serê me kirî
Nav û dengê Kurdistanê
Dijminan winda kirî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Cih û warêm parve kirin
Nav û nîşan guhartin
Dîroka me sexte kirin
Tiştê girîng veşartin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Wan bi şûr û şilfa danîn
Zarok binax dikirin
Her kesê ku pê nikanîn
Surginû sewq dikirin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ar berdan êl û eşîran
Bombe lê dibarandin
Zor didan ser beg û mîran
Dest ji hev diqtandin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Tirk û Êreb û Farisan
Diya min dixopandin
Tev biyaniyên wek Rûsan
Hêz û çek jê re şandin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Wiha diyam dilorîne
Astengiya dîtiye
Wisa ji min re dixwîne
Da bizanim kî kiye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dengê wê giha ezmana
Hiltê vê re beqbirûsk
Li ser gor û goristana
Derdikevin henhenûsk
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dibêjin her yek ji wana
Daxwazinan pêktînin
Ev gotinên ji efsana
Hêviya dê dêxînin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Lew dibînim yek durist e
Da hêsir qet ne barin
Yekbûn û evîna rast e
Da em bi ser xwe werin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Serok û serwerên Kurda
Ji bo vê bi hev re bin
Tevger û miletê Merda
Bi carek lihev werin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Li şer û şor û civînê
Bi rengekî bixwînin
Da diya me ne lorînê
Em vê zorê hilînin
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Hêvîdarim ez bibînim
Rojekê azadiyê
Gulên baxan av reşînim
Digel serfiraziyê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Hêsirên dê bimalînim
Da geş bibe ew gula
Çavêd wê ez ramûsînim
Da şa bibe vê dila.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
PAYÎZA 1998 ŞIYÊ
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr