ABE YA KURDÎ
Diyarî bo Kurdê ku bi zimanê xwe naxwîne
A
Abe ya Kurdiye kurdo
Agahî lê bike merdo
B
Bal û hişê xwe bijîne
Bira nezan tu nemîne
C
Can û giyan vehesîne
Cerg û cîger bikewîne
Ç
Çavan veke binêre law
Çerxa cîhan çi dibe law
D
Dad û mafê te, ma çî ye
Dizane qey gel jê tî ye
E
Ev name bo te hevalî
Ey kurdê ku bêhavilî
Ê
Êşandin ma bextê te ye
Êşkince qey mala te ye
F
Felek hevala dijmin e
Ferwar li ser te û min e
G
Gulistana te bêgul e
Gazinca te tim bi kul e
H
Hay xwe bike ey dilo lo
Hişyar be rabe hilolo
I
Imrê[1] te yî dadigere
Imrê biçe venagere
î
Îro sibe tu kal dibî
Îşê te ê wêran bibî
J
Jarîtî û jar bikevî
Ji lew bi ser qet nakevî
K
Kurdistana te rengîn e
Kurmanciya te şêrîn e
L
Lur û Soran tê dijînin
Lêvok û lêvtenk zîn in
M
Mîtan û Mardî û Mad in
Memiksêv û pir dilşad in
N
Naxwazim tu winda bikî
Navê navdeng ji bîr bikî
O
Ol ayîn bi zarê delal
Orta cîhan tu mayî lal
P
Perestgeha te Laleş e
Pajeya pakbûna geş e
Q
Qet bawer neke ji dijmin
Qewitiyan bibe ji min
R
Rêzimana Celadet e
Riya rastiye helbet e
S
Seyda û mîrê Kurdanî
Saxiya tîpan wî danî
Ş
Şadil Osman û Kemîran
Şala serî rewşenbîran
T
Tora Kurdî nivîsandin
Tava zanistiyê şandin
U
Uşta min û te û biran
Uşta keç û xort û kuran
Û
Û ta niha tu fêr nebû
Û ta îro şiyar nebû
V
Vepirsîn can û dilê xwe
Verişîn derd û kula xwe
W
Wer guh bide min bixwîne
Wek pêşengan binivsîne
X
Xwe bghîne xwendevana
Xwe bibîn wek jîr û zana
Y
Ya ku dixwazim ez bêjim
Yekcar li pey te nabêjim
Z
Zimanê Kurdî zengîn e
Zaravên xweş dixemlîne