انتقل إلى المحتوى
MERŞA PÊŞMERGAN
DIYARÎ BO PÊŞMERGÊN KURDISTANÊ
Em pêşmergên qehreman
Wek piling û wek şêran
Dil hesin û bêgûman
Natirsin qet ji kesan
Leşger in tim li çiyan
Şer dikin bû Kurdistan
Me deng dayî li cihan
Bi navê Mêd û Mîtan
Çi kurmanc û çi Soram
Çi Lur Zaza û Goran
Hemû xortên Mêdiyan
Dilêr û rengê kewan
Rengê sor û şorşan
Gul bi xwînê me avdan
Ta xemilî Kurdistan
Ta jîn bû nexşa jiyan
Al û diruşm û nîşan
Li ba bû rabû ezman
Ser welat û niştiman
Li eywan û berleman
Bo wê taca Kurdistan
Bo kefenê şehîdan
Sed rêz û silavê can
Ji cerg û dil û giyan
Bijî bijî Kurdistan
bijî bijî Kurdistan
1999 Şiyê
GORDÎCAN
Taca serê mirovan e
Nav û nîşana giran e
Bo azadiyê hêvan e
Bo welêt jî can erzan e
Gordîcano gordîcan e
Warê xwe sirt û çiyan e
Gelî, newal û zozan e
Berf û baran bi te şa ne
Ta û serma qet nizane
Gordîcano gordîcan e
Tu dahîna Kurdistan î
Tu leheng û qehreman î
Êşa gelê xwe, te zan î
Xemxwarê daxwaza wan î
Gordîcano gordîcan e
Cilên te yên kamîran î
Bi dest te de tomîgan î
Navê te ser her ziman î
Pîroz kir xwedayê ban î
Gordîcano gordîcan e
Şiyê 28 2 2008

DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr