انتقل إلى المحتوى

XELATA BERXWEDANÊ KOBANÊ
Temoz Şemalî
Serî hilde û sertaca xwe rast bike
bûka deşta Sirûcê; Kobanê
û bila dîrok rojên berxwedanê
bi tîpên zêrîn binivîse
û cîhan giş zanibe
ev der Kobanê ye
wargeha şêr û lehenga ye
îşev xwezgênciyên te hatine
ku gustîlkekê bi rengê kesk
gustîlkekê bi rengê sor
gustîlkekê bi rengê zer
.bi naztilîkên te xînin
Serî hilde û sertaca xwe rast bike
Edûla paşayê Milan
ji tîrêjên payîzê ve
bi hezan Derwîş Ebdî
li ber konê bavê te civiyane
ku stûnên konê dîrokê
.rast hildin
Serî hilde û qet xemgêr nebe
û barê xwîşka xwe; Şengalê
sivik bike
çinkî xwînvexwarên bêjiyan
ji heftê û sê fermanên xwe
.têr nebûne
Serî hilde û sertaca xwe rast bike
û lîliyên xwe bilind bike
bi hezaran keç
li ser axa te
bi baweriyên azadiyê
destên xwe hene dikin
û li kaşê Miştenûrê ARÎNA MÎRKAN
serkêşiya dîlana fereşteyan dike
ku hemî pêximberan ji xewê şiyar bike
da ku cîhan giş zanibe
ev der Kurdistan e
.ev der kobanê ye
Serî hilde û qet melûl nebe
xelatkerên çar aliyên cîhanê
li eywana şervanên te civyane
ku xelata berxwedanê bi sîngê te vekin
û bila dîrok binivîse
.ev der Kobanê ye