انتقل إلى المحتوى
DUHOK
Ji nivîserên kovara peyv re
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dihoka geş û rengîn îro mêvanê te me
Hatim ji hêla Efrîn ciyê tev ça[1] û çem e
herêma geş û şêrîn her gav û çax û dem e
Wek Mihabada xemgîn ew jî dilkul û xem e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dizane tu çelengî wek te delala qet nîn in
Koçka bi nav û dengî tijî perî û zîn in
Evîn bi te ahengî bilbil bo te dixwînin
Tu xunav û xiringî nav te gul û gulçîn in
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Jînê wek te nedane li tevayî cîhanê
Gulşen û gulistan e mîna Wan û Batmanê
Hemû bax û bîstan e wek Cizîra Botanê
Bi vê xemlê tekan e di nava Kurdistanê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Wêneyê te zelal e rengê heyva şevê ye
Laleş û Çemçemal e ji nîgarê rojê ye
Bi Zaxo re heval e teniştî Simêlê ye
Tu bêlûk û him xal e ser herdu lêvên dê ye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Peyva te pir hêja ye kovara rewşenbîran
Li nav Kurdan navdayî mîna govara Gulan
Hîn û zanîn te dayî çand û tora Kurdziman
Ronî rewşen vedayî ser xwendevanên Kurdan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Lew Efrîn bo te şandî helbesteka koçerî
Pelek darê qetandî ji mêwê tenek tirî
Nêrgizek geş gihandî axa Şiyê jîn kirî
Kesî ew ne qurçandî ne jî kesî bîn kirî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Nemaze ew diyar e bi hatina Newrozê
Peyva te xweş kovar e min hiş tim li wê dozê
Ger naxwînim her car e ji ber nîr û alozê
Min ne mal û cîwar e kes nade min ti sozê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bawer im tu bibîne ev nameya Hemkoçer
Efrîn bo te dişîne hungiv û şîr û şeker
Li Lomana datîne da vexun jê nivîser
Peyva te ramûsîne peyvên ji hêş têne der
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
2 2 2003 ŞIYÊ
DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr