انتقل إلى المحتوى
JÎNA TEHL
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Birîndar û pir nexwaş im
Dil bi kul û derd û êş im
Ax û nalînan dinoşim
Sermest û gêj û serxoş im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ev sîh sal in bendewar im
Bêheval û bêhogir im
Bêdayik û war û yar im
dilhejar û tim rûsar im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Buhara min berf û ba ye
Havîn bi min serm û ta ye
Payîz agir û germa ye
Zivistana min bela ye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Felek ji min tar û mar e
Jiyan xişim û bêtar e
Qet nîn e bo min ti çar e
Ne dermanek ne hawar e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Xişma jiyanê bêm çiye
Mafir dil û çavêm diye
Mirov ji mafê xwe tiye
Yar û diyam dilgirtiye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Kur ji dê bi dûr ketiye
Yar ji dîlberê qetiye
Gur bi nav pezêm ketiye
Di xabûrê de verşiye
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ji lez beza re dijînim
Mînî dildarekî dîn im
Ji vê dunyê tev bi kîn im
Ji ber ku yarê nabînim
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Jînê ne da min mirazek
Ne got ji ter va daxwazek
Nîn e ji bû min awazek
Ne jî cejn û ne newrozek
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ji jîna tehl ez revî me
Surgin û sêwî ketî me
Koçer û şivan kerî me
Bi xwe pez û him bêrî me
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Koçerê konê reşî me
Ji Kurdox û hem Horî me
Kurmanc û Sor û Lurî me
Mad û Mîtan û Gorî me
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Her tîpekê dinivsînim
Celadet ez bi bîr tînim
Sebrî û Palo dixwînim
Hest û ristên cîgerxwîn im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Dikevim tora Herîrî
Ramana Xanî ya kûrî
Rêzimana Mîrê mîrî
Hestên Feqî û Cizîrî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bi bîr tînim lehengiyan
Ji nemiran ji zindiyan
Ji Kawa Mêd û Zendiyan
Ta xebata Barzaniyan
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ji şehîdan re ez gul im
Bi sêwiyan re berdil im
Ji çav xezalan re kil im
Di buharê de bilbil im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Oldarê Laleşa jêr im
Rojperestê roj û êr im
Ji karker re tevr û bêr im
Di roja cengê dilêr im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Lê ji xeman de zengil im
Di ber xwe de dipilpilim
Bi af û of û dilkul im
Dilbirîn im ne bêdil im
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Temî û daxwaza min e
Ger ez mirim ne lorin e
Nedin kîn û pesna min e
Alê di laşêm werdin e
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Min neşînin goristanê
Nekin bin ax û zîndanê
Min bi rêkin nexwaşxanê
Cem bêjîşkên Kurdistanê
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Da sekin derd û kula min
Keser û ah û ofa min
Birîna can û dilê min
Çi xistiye hinava min
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
U S A , LIBNAN Û RIYAD
1997

DERD Û DERMAN
(Keser û hêvî)
Helbest
Hemkoçerê Cezawîr